Esnaf li dijî krîzê têdikoşin: Ji dahatê zêdetir lêçûnên me hene

  • 09:04 28 Nîsan 2024
  • Ked/Aborî
 
 
Pelşîn Çetînkaya - Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Krîza aborî ku bandor li her qada jiyanê û li her alî kiriye, her diçe giran dibe. Jinan der barê krîzê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Ji ber krîzê em nikarin xeyalên xwe pêk bînin. Em nikarin tu aktîvîteyek civakî bikin. Ji dahatê zêdetir lêçûnên me hene.” 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê civakli dijî hêza girtinê ya ketiye û enflasyona bilind xizaniyek giran dijî. Betalî, zemên li ser hev tên kirin, ji bo girtina xurekên erzan di dorê de bi saetan sekinin. Ev hemû encama ku gel nikarin hewcedariyên xwe bînin cih. Yek aliyên ku herî zêde ji krîzê bandor bûye esnaf in.
 
Li navçeya Sûr a Amedê jinan ji mîkrofonên me re bandora krîza aborî ya li ser jiyana wan nirxandin.
 
‘Kuafor bûye luks’
 
Ceylan Alpaslan ku li Sûrê bi kuafuroyê debara xwe dike, diyar kir ku karê wan hatiye asta rawestandinê û got: “Jin ji ber krîza aborî nikarin biçin kuafuran. Wek luks dibînin. Dema min nû dukana xwe vekir dibistan nû hatibûn vekirin. Dayik hewcedariyên xwe her tim li plana dawî dihêlin. Ji bo zarokên xwe xerc dikin. Min hîna nedîtiye ku jin bi rêk û pêk diçin kuafor. Cejnê de dîsa wisa. Jin ji bo ji zarokên xwe re cilan bigirin, şekir û şîraniyê bigirin nehatin kuaforan. Tevî ku hinek tişt hewcedariyên serekene jî nayên kuaforan. Ne tenê ez hemû jin di alî debarê de zehmetiyan dikşînin. Hinek caran em nikarin kirêya xwe derxin. Lêçûna xwarina zarokan a dibistanê herî kêm 200-300 TL ye. Zem û enflasyon bandorek mezin li ser me dike. Lê jin herî zêde bi bandor dibin. Jin bi alîkariyên tên dayîn neçar dimînin bijîn. Li vir jin ya hevjînê wan di girtîgehê d ene ya jî tevli hişbirê bûne. Neçar dimînin zarokên xwe tenê mezin bikin.”
 
‘Em fêrê binpêkirinê bûne’
 
Dîlan Çerçel ya dirûnvaniyê dike jî daxuyakirin ku berhem roj bi roj biha dibin û wiha dirêjî dayê: “Tevî rewş aniha ya welat xebat gelek zehmet e. Ez her hefte ji bo hewcedariyan diçim marketê lê her carê bihayên tiştan diguherin û zêde dibin. Roj bi roj biha diguherin. Niha em dibêjin ku em çi bigirin em dikarê de ne. Em nikarin li dijî biha têbikoşin. Dukana min heye. Ez alavên xwe bi komî digirim. Her carê matmayî dimînim. Em fêrî binpêkirinê bûne.”
 
‘Divê polîtîkayên ku gel difikirin bên pêşxistin’
 
Dîlanê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Divê şer bidawî be polîtîkayên li alî gel bên pêşxistin. Têkoşînek polîtîk a 20 salan a li welat heye. Di vê têkoşînê de tenêbûn nebaşe. Krîz bandorek mezin li ser me dike. Ev rê li ber bê aramiyê dike. Gel ne aram e. Ne kêfxweşe. Ji ber krîzê em nikarin xeyalên xwe pêk bînin. Ez 25 salî me û xeyalên min hene. Min dukana xwe vekir lê ez ne kêfxweşim. Ciwaniya min diçe.”
 
‘Ji hatinê zêde lêçûyîn zêde ye’
 
Kader Gulsun ya dirûnvaniyê dike jî destnîşan kir ku di alî aborî de zehmetiyên mezin dikşînin hêza girtinê ketiye wiha dawî lê anî: “Nirxa pere pir ketiye. Niha ez darabeyê vedikim rasterast 200 lîra diçe. Hewcedariyên me yên şexsî zêde ne. Ji hatinê zêdetir lêçûyîna me heye. Em nikarin ji bo aktîvîteyekê demê veqetînin. Em sibehê tên êvarê diçin. Em westandî diçin malê. Em nikarin biçin tu cihekî. Pergal bi her alî de nebaş pêş dikeve. Pergal xerabe. Kes ji ber berjewendiya xwe gel nafikire. Ev welat di rewşeke nebaş de ye.”