Wateya veşarî ya di evîna Elîşêr û Zarîfeyê de: Heval

  • 09:02 9 Hezîran 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de heval ji hev re wek ‘heval’ xîtab dikin û têgeha heval di heman demê de tê wateya ku ji bo hev canên xwe feda dikin. Di havariyên Îsa ya Îhsan Elîaçik de, têgeha havarî tê wateya heval. Dîsa bi êzidiyan re hevjîn ji hev re dibêjin ‘heval’. Aşkeraye ku ev têgeha zanîn û hesta damara berxwedanê ya şaredariya demokratîk dihewîne."
 
Nagîhan Akarsel
 
“Çiya Elîşêr ji bîr nake
 
Ba jî vedişêre
 
Kulîlk Zarîfeyê ji bîr nake
 
Şebnem jî vedişêre” (Yilmaz Odabaşi)
 
Di dîroka Kurdistanê de lehengên hezkirina xwe didin ser azadiyê ne kem in. Der barê dîrok, civak û hevjiyanê de mohra xwe li dîrokê didin. Ji van lehengan berxwedana watedar a Edûlê û Derwêş, hevaltiya Alîşêr û Zarîfeyê û dîsa baweriya Reşoyê Silo û Zeynu hêjayê lêkolînê ye. Îro jî paşengên wan Zerya û Çiyager ku huner, çand û sosylojiya van evînan diafirînin, fêmkirin û watedarkirina wan bi tena serê xwe nexşkirina azadiyê ye.
 
Zarîfeyê ji Alîşêr re digot ‘heval’ û vê ji bgerxwedana Koçgîrî re zemînek cuda amade dikir. Ev ne mijara nivîsa me ye. Lê têkiliya hevjiyan û berxwedana di têkoşîna azadiyê ya Zarîfe û Alîşêr re de veşartiye, fêmkirin pir girîng e. Ligel têkoşîna wan, rêzdarî, hezkirin û baweriya di hevjiyana bidestxistine de re, mohra xwe li dîrokê dan û çîroka van lehengan lêgerîna dawî li trajediya evîna ku pêk nehatiye tîne ye. Trajedî encam bibejî hêviyek heye ku mizginiya ku ev trajedî ne bêdawiye. Bêyî Zarîfe Elîşêr, bêyî Elîşêr jî Zarîfe nedibû. Ev mînaka hevjiyanê ye. 
 
Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de heval ji hev re wek ‘heval’ xîtab dikin û têgeha heval di heman demê de tê wateya ku ji bo hev canên xwe feda dikin. Di havariyên Îsa ya Îhsan Elîaçik de, têgeha havarî tê wateya heval. Dîsa bi êzidiyan re hevjîn ji hev re dibêjin ‘heval’. Aşkeraye ku ev têgeha zanîn û hesta damara berxwedanê ya şaredariya demokratîk dihewîne. Têgeha heval li erdnîgariya me wateya li xwe bar dike jî bi kurtasî ev e; bi qasî ku canê xwe ji hev re feda bikin jihev hezkirine. Em di etimolojik de lêkolîn bikin, heval wek rêheval tê bikaranîn. Di Kurmancî de ‘hev’  ji koka ‘bihev re’ tê. Di Farsî de ‘bi gotina ‘ham’ re hevwateye.
 
Di pirtûka Tore Sîvrîoglu ya Ziman, Gramer û Ferhenga Avesta de gotin heval di Tirkî de heval, di Sanskrîtcee prîyakrît, di Avestada Frya, di Pehlevîce de dos, di Farsî de dost, di Zazakî de ombaz e. Di pirtûkê de;
 
“Di Avesta de gelek venasînên heval hene. Li Tirkî frya wek dost hatiye wergerkirin di zimanên germen de wek freund-frîend e û dişibin hev. Yek gotinek din ya heval rîatha-rataya ye. 8 hevalên Mîhtra ji bo wê casusiyê dikin. Haxan ku di wateya hevjîn an jî hezkirî tê bikaranîn, hushaxa an jî hushaxî jî wek hevalê baş dost tê bikaranîn. Zîşta ku wateya neyini dihewîne ji bo kesên bi kesên nebaş re hevaltiyê dike tê bikaranîn; ‘daêva zîşta’. Aşaourvata jî ya bi kesên rastiyê  re hevaltiyê dike ye. Hevaltî jî girêdayê gotin aştiyê ya ‘axşîtî’ ye. Gotinên têkildarî hevaltiyê de ji bilî aştiyê, di zimanên Îranî yên modern de tune ye.”
 
Di roja me ya îro de ku têkiliya navbera jin û mêr de veguheriye têkiliya serdestiyê, bêguman gelek girîng e ku em li ser wateya têkiliyên jiyanê ya hevjiyanê bisekinin. Di têkiliyên hevjiyanê ku vê têgehê pêçaye, divê têkiliya heqîqetê ya bi azadiyê re bê lêkolînkirin û ev mijarek gelek girînge. Di têkiliyeke hevjiyana xwe dispêre hezkirin, evîn û baweriyê, dema cih bê canê xwe fedakirin heye û ev vê nêrîna giştî ferz dike. Di têkiliyên roja me ya îro de ku jin wek mal û mêr jî xwe xwedî tên dîtin, di encama van têkilkiyan de kuştin, destdirêjî, tacîz û cînet tên kirin û di alî vê de divê ev têkilî bên nirxandin. Li dijî feraseta serdest ya mêr ku dibêje cih tê em hez dikin cih tê em lê didin, gelek girîng e ku têkiliyên xwe dispêrin hevaltiyê bên afirandin. Û mînakên di dîrokê de nîşan didin ku afirandina van têkiliyan qet ne bê derfetin.
 
* Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş wê bi sernafê ‘Hevalê Zarîfeyê Elîşêr’ wê bê weşandin.