Bi jinên Gilanî re çalakiya xweşikbûn û başbûnê

  • 09:09 30 Hezîran 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Jinên Gilanî dişibin jinên Efrînê ku ji berxwedanê re pêşengî dikirin. Jinên Gilanî diyar dikin ku jinên Efrînê ku gelek girêdayê ax û xwezaya xwe ne ji berxwedanê re dibin zemîn û bi selikên birincê yên di destê wan de û cil û bergên rengîn çawa estetîkê didin hilberînê nîşan didin.  Mînakek balkêş in.  Bi xweserbûnên xwe  bi terza jiyana xwe bi cil û berg û nirxên jiyanê, wê çavkaniya ku jineolojiyê xwedî dike hîn bêtir xurt bike.
 
Nagihan Akarsel
 
Di lêgerîna xweşbûn û başbûnê de demên esas tên girtin demên xweş in. Di civakên ku hêza jiyanê nîşan didin de jiyan wek hunerê tê dîtin û der barê vê de mînakên cuda hene. Li eyaleta Gîlan a li perava Behra Hazar a Bakurê Îranê, gelê Gilanî mînak e. Gilanî yek ji gelên Aryen e.  Hilberîna dikin di jiyana wan de pir bi bandor e. Birinc û komkirina çayê, ku karekî ku ked û baldariyek mezin dixwaze bandorê li hemû jiyana wan dike.
 
Jinên wan di jiyanê de gelek bi bandor in. Ev gel ji bo nirxên komunal biparêzin ji berxwedana Babek û Hurremiyan re pêşengiyê dikin. Ev bexwedan xwedî karekterên komunal in. Gilanî ji kokê xwe xwedî dibin. Di terza jiyana wan de wêne, reqs, muzîk û helbest heye. Bi pêşengiya jinan berxwedanek kolektîf gelek girîng e.
 
Gelê Gilanî bi taybet ji kulîlka nîlufer hez dikin û der barê wê de stran û helbestan dibêjin. Xwedawenda avê Anahîta xwedî li kulîlka xwe derdikeve û heta îro anîne. Ev lêgerîna zindîbûna hişê wê demê îfade dike. 
 
Jinên Gilanî dişibin jinên Efrînê ku ji berxwedanê re pêşengî dikirin. Jinên Gilanî diyar dikin ku jinên Efrînê ku gelek girêdayê ax û xwezaya xwe ne ji berxwedanê re dibin zemîn û bi selikên birincê yên di destê wan de û cil û bergên rengîn çawa estetîkê didin hilberînê nîşan didin.  Mînakek balkêş in.  Bi xweserbûnên xwe  bi terza jiyana xwe bi cil û berg û nirxên jiyanê, wê çavkaniya ku jineolojiyê xwedî dike hîn bêtir xurt bike.
 
Mondîne û berxwedanên wan
 
Jinên karkerên birincê yên navê wan ‘mondîne’ ne yên îltalyayê jî mînaka me ji bo jinên Gilanî dan temam dikin. Flora Deronunîan ku jinên karkerên birincê yên navbera salên 1940 û 1965’an yên Îtalyayê lêkolîn kir diyar dike ku projeyên mulaket û belgefîlman dike hîmê lêkolîna xwe. Flora diyar dike ku ev jinên ji meha Gulanê heta meha Tîrmehê dixebitin hêjayê lêkolîneke berfireh in.
 
Jinên karkerên birincê yên ji bo ku Îtalya ji dagirkirina Nazî xilas bibin têkoşîn dane û ji bo vê gelek caran xebatan li ser erdan red kirine, belkî jî naîfbûna karên xwe û parastina welatê xwe bi hev temam dikirin. Ev hişmendiya wan belkî îro ji aliyê me ve fêmkirin ne pêkan e lê di alî mijara yekbûna jiyana wan de gelek tiştî vedibêje.
 
Ev mînakên me ji bo yekîtiya jiyanê ji bo yekbûna etîk û estetîkê tenê balkişandin e. Gelên wisa pir zêde ne. Ji ‘îlkel û paşverûtiyê’ wêdetir divê li ser nirxên wan yên etîk û estetîk bê sekinandin û ev yek ji mijara esas a jîneolojiyê ye.
 
Li Amerîkaya Latîn ji 400’î zêdetir gelê herêmî hene. Ev gel jiyana xwe li dijî îstîlaya modern diparêzin û biyo-curebûnê diparêzin. Li gorî Fona Pêşvebirina Çandinî ya Navneteweyî ya li Romayê qadên jiyana gelerî ya gelên herêmê ji biyo-curebûnê re zemînek mezin ava dike. Ev gelên herêmî li gorî pîvanên modernîzmê şûndeketî tên venasîn. Ev bi tena serê xwe dibe sedema lêpirsînkirina modernîzmê.
 
Cudabûn û çîngene
 
Der barê çîngeneyan de her kes tiştekî dibêje. Li taxa Karatay a Konyayê, li Dolapdere ya Stenbolê li Çînçîn a Enqereyê û li Mahmudiye ya Efrînê min ew nas kirin. Min fîlmê ‘Dema Çîngeneyan’ temaşe kir.  Taxên aydê wan rithimên aydê wan û konên wan hene. Cihên ku xwe aydê wan deran hîs dikin hene. Wek neferên bê war tên zanîn. Bi terza jiyana xwe jî gelek tên zanîn. Li gorî norman ew cuda ne. Jiyanek wan a bi rêk û pêk tîne. Bi dengekî bilind diaxivin. Di konan de dijîn. Cil û bergên wan rengîn in. Pir ji muzîkê hez dikin. Li ber def û zirneyê direqisin.
 
Lê her cara em çîngeneyan dibînin nerehet dibin. Li dijî deng, tevger, reqsa wan li dijî enerjiya wan hesta ku mirov çawa tevbigerin diafire. Ev rewşa hestî di heman demê de di alî ku çawa tê fêmkirin de jî girîng e.  Îfadeya herî berbiçav a der barê çîngeneyan de ev e ku li gorî normên exlaqê civakî tevnagerin. Em behsa gelekî ku bi xweseriya xwe azadiyên xwe ava kirine dikin.  Em ji rehetiya çîngeneyan neheret dibin.  
 
Yên cuda di serî de em neyînî dikin, ev pêşdarazeke ku di roja îro de gelek caran tê kirinê ye. Yên cuda baş û xweş nayên dîtin pê bawerî nayê kirin. Ev jî berdewamiya pêşdarazê bixwe re tîne.  Lê pîvana xweşikbûn û başiyê  ji pêşdarazê wêdetir, divê di alî mîtolojî, felsefe û baweriyê de be. Ligel vê divê mirov li hûnandina jiyana wan a kolektîf binêrin. Ji ber xwe naspêrin organîzasyona dewletê û jiyana xwe diparêzin. Dîsa Çîngene bi pîrozî, gotin, mît û baweriyên xwe hebûna xwe didomînin. Vegotinek kurt a mîtolojîk jî dibe îfadeya girêdayîna xweza, hevjiyan û rîtuelên Çîngeneyan.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê bi sernavê ‘Nêrîna bi paradîgmayî û fêmkirin’ wê hefteya pêş bê weşandin.