Bi paradîgmayî nêrîn û fêmkirin

  • 09:04 7 Tîrmeh 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Bêguman teşe û xwebûn wê hev temam bikin. Pîvana xweşikbûnê rastiya hev temamkirina teşe û xwebûnê ye. Yek alî destgirtin taybetiya herî esas a pergalê ye. Lê em dikarin di her qada jiyanê de nirxên etîk û estetîkê serdest bikin û xwe bigihînin xweşikbûan rast. Em dikarin bibin çavkaniya xweşikbûnê. Di vî alî de xweşikirin, têkoşîn dayîn pêwist e."
 
Nagîhan Akarsel
 
Çareserkirina ya cuda nêrîna bi paradîgmayî ferz dike. Li gorî paradîgma mekanîk, dema mirov digirin dest çîngene, wek gelekî ku li gorî pîvanên modernîzmê tevnagerin tên venasîn. Ne li gorî qanûna hevsengiya fîzîka Newtone jî. Têkiliyên sedem-encamê serobino dike. Rastiya xwe dispêre pozîtîvîzmê jî vala derdixe.
 
Em behra rastiya gelekî ku ji xwe tavîzê nadin dikin. Muzîka wan zindiye, terza jiyana wan rengîne, dengê wan bilinde, aboriya wan xwe dispêre zanatiyê, bazariyê, qezencî û berhevkirinê. Di malbateke modernîzmê de dema zarokek nehewe dibêjin ‘em ê te bidin çîngeneyan’ an jî ‘me tu ji çîngeneyan girtî’. 
 
Bêguman ev ne tesaduf e. Ji ber ku bi vê tê bawerkirin; çîngene diziyê dikin, kes dixapînin, xeracê digirin û her wekê din. Dema em bi paradîgma makenîk binêrin li pêş me di her alî de rastiyeke gel ya ku bi her awayî ji civakê re bi zirare heye. Ji bo vî gelî gotina başî û xweşikbûnê li aliyekî bê hiştin, der barê wan de yek vegotineke erênî jî hinceta di bin îthamê de mayînê ye.
 
Li aliyê din bi paradîgma xwe dispêre azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk destgirtina vê rastiyeke pir cuda derdixe pêşberî me. Çavkaniya vê paradîgmayê paradîgma Hermetîke. Di paradîgma Hermetîk de, fêrkirina herî girîng a Hermes ev e: “Bila îlm bibe hêza te, îman bibe şûrê te, sukut jî bibe zirxa te. 
 
Heqîqetê li gorî dereca feraseta her kesî aşkera bike. Ruh nûreke ku serê wê girtiye. Lê bi evînê ebedî dibiriqe; bê evîn jî ditemire û diçe.” Paradîgma Hermetîk, mijarek berfireh ya divê cuda bê destgirtinê ye. Aliyê em dixwazin li ser bisekinin; rastiya paşeroja bi kok a paradîgmayê ya xwe dispêre azadiya jin, ekolojî û demokratîkbûnê ye.
 
Ji dewletbûnê wêdetir, xwe dispêre rêgezên azadî, zindîbûnê. Girêdayê vê dikare wek ku xwe dispêre fîzîka kuantumaê jî bê dest girtin. Li gorî vê paradîgmayê çîngene; kesên xwezayî dijîn, azadiya xwe naspêrin tu têkiliya girêdayînbûnê, di qada aborî de aboriya serbest esas digirin, girîngiyê didin muzîk, kêf û coşê, kesên ku rehet dijîn, xweserin. Lê hinek bandorên neyînî yên modernîzmê bixwe re dihewînin. Di vir de tişta dixwazim bêjim ev e pîrovana xweşikbûn û başiyê çiye. Cudabûnê ne wek çavkaniya pêşdarazê, berovajî vê wek dewlemendiyeke paradîgmayî destgirtin girîng e. Kesê li gel vê peradîgmayê derbas dibin ji bo pirsa ‘hûn der barê çîngeneyan de çi difikirin’ ewil dibêjin ‘Gelekî xweşe li gorî min. Pir azad in’. Ev gotin rastiyê îfşa dike.
 
Lê ligel vê bi qasî aliyên erênî, nêzîkatiyeke ku ne bi hiştî red dike û ne jî bi giştî qebûl dike heye. Beriya her tiştî em di kîjan paçeyê de li cîhanê dinêrin, ev gelek girîng e. Ev nêrîna paradîgmayî îfade dike.
 
Wek çavkaniyeke xweşikbûnê jinên Rojava
 
Rêxistinkirina xweşikbûnê, avakirina hêza parastinê û li dijî hemû neheqiyan têkoşîn dayîn, wek şoreşeke jinê bi şoreşa jinê re baştir derketiye holê. Dema şoreşa jinê wek xweşikirina jiyana azad bê nirxandin, tê dîtin ku Yekîneyên Parastina Jinan di şoreşê de rolek çawa lîstine. Li dijî DAIŞ’ê jinên Kurd berxwedanek mezin nîşan dan û ne tenê Kurdistan hemû cîhan ji tarîtiyê xilaskirin. 
 
Jinên şervan yên li dijî tatîtiyê nûneriya ronahiyê kirin, wêneyên wan li ser kapaxên kovaran cih girtin û wek jinên xweşik yên şer dikin hatin nîşan dan. Di vir de ji armancên hedef dikin, paradîgma xwe dispêrinê, kevneşopiya jê hatine, hêza têkoşîna jinan wêdetir, nêzîkatiyeke ku xweşikbûna objektîfî ya teşeyî derdixe pêş hatiye nîşandan. Nirxên têkoşîna ku jinên xiwan xweşik dike hema hema qet nebûye mijara beshkirinê. Li cîhanê gelek kovarî mînak kovara jin û modayê Elle û kovara modayê ya Avustralyayê Mary Claîr di vê mijarê de wêne kişandine û kirine kapaxên xwe. Dîsa NBC News, Foreîgn Polîcy, Mashable jî ev wêne bikaranîn. Lê di hemû nûçeyan de pîvan mêr bû. Digotin ‘bi qasî mêran xurtin, bawerin û wêrekin’.
 
Di vir de nêzîkatiyeke ku hewl dide nêrîneke şikanbinê biafirîne, balê dikşîne. Bêguman teşe û xwebûn wê hev temam bikin. Pîvana xweşikbûnê rastiya hev temamkirina teşe û xwebûnê ye. Yek alî destgirtin taybetiya herî esas a pergalê ye. Lê em dikarin di her qada jiyanê de nirxên etîk û estetîkê serdest bikin û xwe bigihÎnin xweşikbûan rast. Em dikarin bibin çavkaniya xweşikbûnÊ. Di vî alî de xweşikirin, têkoşîn dayîn pêwiste.    
                                        
Encam
 
Xwegînandina xweşikbûn û başiyê ne bê derfet e. Ev beriya her tiştî teşeyê hebûna me ye.  Belkî jî hewcedarî pê heye ku em yekitiya xwe xûrt bikin. Divê ev nirxên koletîf zêdetir derkevin pêş û lêkolîn bên kirin û materyal bên amadekirin. Ev nirx mirovan kêfxweş dikin û zindî dihêlin; Jinên gilanî, karkerên mondîne, çîngene û jinên şervan yên Rojava. Me li ser van mînak dan. Wek van mînakan divê em bawer bikin ku tu tişt ne bê derfet e. Bi jîneolojiyê  ev pêkane. Li dijî dîstopyayê, hembêzkirina utopyaya xwe.