Wek ekolojî û zanista ekolojiyê pêşketin

  • 09:02 5 Çile 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Ekolojî zanisteke ku avabûna xwezayê ya mirov jî tê de ye digire dest. Ekosîstema yekîneya lêkolînê ye. Li ser ekosîstemê hûr dibe û parçeyên pergalê ava dikin jî yek mijara lêkolînê ne. Ekosîstem tê wateya giştîbûnê ya berdewamkirinê. Çiqas curebûn hebe evqas xwe dispêre rêgeza istîkrarê. 
 
Nagîhan Akarsel
 
Lêgerînên rêbazê yên me danîn di encama hewldana watedarkirina jiyanê de derket holê. Ji sedsala 19’an şûnde ev hewldan veguhreiye qadek zanistî ya sistematik. Lêkolînên xwezayê ku destpêkê ji bo xwezayê bike xizmeta mirovan ket hewldanan, bi encameke ku di nav xwe de wek pergal tê destgirtinê ye. Ekolojiya ku wek tevgereke civakî derket holê çîroka wê wisa dest pê dike.
 
Gotina ekolojiyê  yekem car di 1867’an de ji aliyê pisporê biyolojiyê yê Alman Ernst Haeckel ve hat bikaranîn. Têkiliya sewal, nebat û înorganîk îfade dike. Heta dema nêz wek mijarek biyolojiyê hatiye venasîn. Lê di sedsala 20’î de bandora mirov a li ser jiyana xwezayî hatiye destgirtin. Di navbera 1920-1940’î de ji aliyê civaknasên Chicago ve wek ekolojiya bajar hatiye pêşxistin. Di navbera 1960-70’ê de wek tevgera kesk derketiye pêş. Di heman demê de bi pêşengiya Murray Bookchîn hêza ekolojiya civakî hatiye pêşxistin. Têgeha ekolojiyê wek hawirdorê hatiye venasîn. Lê ekolojî zanîna jiyan û rêgezek jiyanê bû. Têkiliya organîzmayan a bi derdorê re lêkolîn dike. Tevî zanistek nû ye bûye mîsyona zanistek pêşeng.
 
Ekolojî zanisteke ku avabûna xwezayê ya mirov jî tê de ye digire dest. Ekosîstema yekîneya lêkolînê ye. Li ser ekosîstemê hûr dibe û parçeyên pergalê ava dikin jî yek mijara lêkolînê ne. Ekosîstem tê wateya giştîbûnê ya berdewamkirinê. Çiqas curebûn hebe evqas xwe dispêre rêgeza istîkrarê. Hemû esasên ekosîstemê ava dikin bi sê esasan girêdayê hev in. Ya yekem zincîra xwedîbûn û herikbariya enerjiyê ye. Ya duyemîn hevsengiya madeyên kîmyewî ya sêyemîn jî kontrola populasyonê ye. Di vir de her tişt hewce bi hev dibînin. Hewcedariya nebat bi axê ya axê bi avê ya avê bi atmosferê ya atmosferê bi nebat a nebat bi mirov re heye. Yanî hewcedariya zindiyan a bi hev girêdayê rêgeza girêdayîna bi hev re ye. Mirov hewce bi oksîjenê dibînin, oksijen bi nebat, nebat jî bi axê dibînin. Ev hevsengiya navbera zindiyan e.
 
Der barê ekolojiya ku zanînê li wateya ekosîstemê bar dike de gelek nêrîn hatine gotin. Ekolojî ji zanistekê wêdetir, tevgereke civakî, rêxistinbûnek paradîgmaya jiyanê hatiye dîtin. Bi vî awayî ekolên enerjiyê derketine holê. Nêzîkatiyên ekolojiyê jî wek nêzîkatiyeke navenda mirovahî ya zîhniyeta desthilatdariyê dikare bê destgirtin. Di vê nêzîkatiyê de hemû hebûnên din ji bo berjewendiya mirov hatine bikaranîn. Di vir de jiyana hemû hebûnên din tune hatiye hesibandin. Mantika texrîbkirina xwezayê tê teşwîqkirin.
 
Wek rexneyek li dijî vê nêzîkatiyê, ekolên ekolojiyê yên cuda derketine holê. Yek ji van ekolojiya mîstîk an jî ya kûr e. Fîlozefekî Norveçê Arne Naess di 1973’yan de ev aniye ziman. Naess nêrînên din ên ekolojîk wek ‘ekolojiya teng’ bi nav kiriye. Ekolojîstîkên mîstîk vê carê ji bo navend nebe mirov bi biyocentrîzmê terza fikra biyolojîk esas girtine. Di esasa ekola mistik de nêzîkatiyek ‘dij-teknolojîk, ji mirov hez nakin’ heye. Biyo-navendîbûn di serî de teşeyên jiyanê, bakteri û vîrus her tiştî beramberê hev dibîne. Biyanîbûna li hember xwezayê jî bi vî awayî ji holê radike.
 
Yek ji nêzîkatiyên din jî hawirdorparêzî ye. Hawirdorparêzî piştî 1950’yî şûnde di hawira krîza hawirdorê de derketiye holê. Li welatên rojava ku sanayî lê pêş ketiye derket holê. Hawirdorparêzî bi qirêjiyê derket pêş û pirsgirêkên derdorê di asta teknîkê de digire dest û hewl dide  pirsgirêkan çareser bike. Bêyî xwe daxînin esasa pirsgirêka hewl didin bi pêşketinên teknîkî qirêjiyê çareser bikin. Hawirdorparêzî ji qirêjî yanî encamên wê derdikeve rê. Greeqanpeace ku yek ji tevgerên hawirdorê ya tê nasîn di 1971’ê de li Kanadayê hat avakirin. Îro ji 2 mîlyonî zêdetir aktîvîsên wê hene. Li ser mijarên qirêjiya avê, hewayê, madeyên kîmyewî û bandora wan a li ser xurekan, bermahiyên jehrî disekine. Tevger di esasê de tevgereke ku mirovan dike navenda xwe ye.
 
Ekolojîstên kûr ji bo hawirdorparêzan çareseriya pergalê dikin û wek ekoleke ku bersivê die ekofemînîzim, di têkoşîna krîza ekolojiyê de cihekî girîng digire. Gotina ekolojiya femînîzm yekem car ji aliyê nivîskarê Fransî Françoîse Deaubonne ve di 1974’an de hatiye bikaranîn. Eko-femînîst, diyar dikin ku jin zêdetir nêzî xwezayê ne, çanda mêr hem jinê hem xwezayê binpê dike. Li gorî ekolojîstan jî çavkaniya pirsgirêkê nêrîna mêr e. Jin û xwezayê heman qeder parve kirine û bi hev re hatine binpêkirin. Yekitiya têkoşîna femînîzm û ekolojiyê esas digirin.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘ekolojiya civakî’ wê bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 19’an a dosyaya ‘jiyana ekolojîk’ a kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.