Peyama jinan a Çarşema Sor: Bila her kes vegere Şengalê

  • 09:04 18 Nîsan 2024
  • Rojane
 
ŞENGAL - Jinên ku beşdarî pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê bûn gotin: "Hêvî û daxwaza me ew e ku her kes vegere ser axa xwe ya pîroz û bi hev re cejna xwe pîroz bikin."
 
Çarşema Serê Nîsanê yanî afirandina cîhanê, li Geliyê Kersê ya Şengalê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Şahî bi dirûşma "Bi yekitiya êzidiyan û bi ruhê Çarşema Serê Nîsanê em ê xweseriya Şengalê ava bikin" hat lidarxistin. Qada şahiyê bi rengên jinan heyva nîsanê û rengîniya wê liber çavan hîn zindîtir dikir. Hemû jin bi cil û bergên gelerî beşdarî şahiyê bibûn.
 
Di şahiyê de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê axaftina vekirinê hate kirin di heman demê de ji aliyê Mala Êzidiyên Rojava peyamek hatibû şandin û peyamên cûda jî hebûn. Di peyaman de Roja Çarşema Nîsanê li hemû êzidî û cîhanê hate pîroz kirin. Di heman demê de li malbatên şehîdan, şervanên li serê çiyan li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate pîroz kirin. Ji bo sala nû hêviya aştî û aramiyê hate xwestin.
 
Piştî axaftin û peyaman girûpên çand û hûnerê derketin ser dikê û hûnera xwe bi stran, govend, şano pêşkêş kirin.
 
‘Em cejnê li azadîxwazan pîroz dikin’
 
Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel ji ajansa mere axivî û wiha hestên xwe yên di derbarê cejnê de anî ziman: “Em di serî de Cejna Serê Nîsanê, cejna avabûna dunyayê li serokê xwe pîroz dikin, li girtiyên zindanan, esîrên di destê çeteyan de, li malbatên şehîdan û li mirovahiyê pîroz dikin. Em cejnê li gerîlayan partiya karkerên kurdistanê û partiya azadiya jinên Kurdistanê pîroz dikin. Li hemû mirovên ji bo azadiyê jiyan dikin û têkoşîn dikin pîroz dikin. Li gorî salên berê îsal pir coşa şahiyê û cejnê mezin bû, bi kêf û xweşî li çar aliyên Şingalê hat pîroz kirin. Bi hêviya ku her sal bi xêr û xweşî em pîroz bikin. Bi hêviya ku salekî dîtir serokê me, girtiyên zindanan û êsîrên me li virbin û em bi hev re cejna xwe pîroz bikin. Dîsa em vê cejnê li hemû êzidiyan û mirovahiyê pîroz dikin.”
 
‘Bila her kes vegere Şengalê’
 
Rîhan Şingalî yek ji dayikên ku beşdarî şahiyê bibû hestên xwe bi van hevokan anî ziman û banga vegerê kir û wiha got: “Em cejna hemû êzîdxanê pîroz dikin. Hêvî û daxwaza me ew e ku her kes vegere ser axa xwe ya pîroz û bi hev re cejna xwe ya pîroz, pîroz bikin. Em vegeriyane pir dilxweşin, em dixwazin ku xelkê me yê ku li başûrê Kurdistanê jî dimînin vegerin ser axa xwe. Îro jî şahiyekî gelek xweş û bi coş bû, bihêviya ku hemû rojên me wisa bixweşî derbas bibin. Carekîdin em cejna hemû kesî û bi taybet ya êzidiyan pîroz dikin.”