Kurdên li Ewropayê li dijî êrîşên li ser çapemeniyê li qadan bûn

  • 20:30 27 Nîsan 2024
  • Rojane
 NAVENDA NÛÇEYAN - Serdegirtina polîsan a li dijî Çapemeniya Azad a li bajarên Ewropayê bi çalakiyan tê protestokirin. Kurd û dostên wan peyama “Çapemeniya azad dengê gelê Kurd û bindestan e; em ê nehêlin dengê me bê qutkirin” dan.
 
Kurdên li Ewropayê operasyona ku di şeva 22-23’ê Nîsana 2024’an de ji aliyê polîsên Belçîkayê ve di bin navê Fermana Lêpirsînê ya Ewropayê de li studyoyên kanalên televîzyonên Kurdî Stêrk TV û Medya News pêk hat û rê li ber zirara madî vekir, şermezar kirin.
 
Strasbourg
 
Êrîşa polîsan a li ser Çapemeniya Azad bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Strasbûrg ê Fransayê di nava rojê de hate protestokirin.
 
Fransiyên dostên Kurdan jî tevlî çalakiya protestoyî ya ku li ber Gara Trenê ya Strasbûrgê bûn. Di çalakiyê de pankartên "Dîktator çapemeniyê bêdeng dikin" û "Êrîşên dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê rawestînin" hatin vekirin û pankartên bi logoyên Stêrk TV û Medya Haber TV û dovîzên "Destê xwe ji çapemeniya azad bikşînin” hatin rakirin.
 
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbûrgê Velî Tekîner axivî û diyar kir ku êrîşa polîsan a li ser çapemeniya Kurd êrîşeke hovane ye û got, "Ev êrîş domandina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd e. Fransa û Belçîkayê ji bo berjewendiyên xwe yên demkurt kirin mafên mirovan, demokrasî û azadiya ramanê kirin qurban. Fransa dîrokî ne serketî ye, li ber daxwazên hevkarên xwe yên êrîşkar datîne û bi stratejiyek biyanî ya wêrankerî didomîne. Ji ber vê yekê berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk, ewlekarî û siyasî paşguh dike.”
 
Velî anî ziman ku dîplomasiya Fransa bi dehan sal in ji bo berjewendiyên xwe Kurdan di têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re Kurdan dike mijara bazarê û wiha domand: “Fransaya ku îdia dike ku xwedî li mafên mirovan, demokrasî û azadiyê derdikeve,  bi neparastina van nirxan bêzariya xwe eşkere kir. Ev lêgerînên dawiyên yên ku dûrî têkoşîna bi terorê ne, mîlîtanên Kurd dikin hedef. Em bang li Fransayê dikin ku demildest dawî li vê polîtîkaya pûç a ku zirarê dide rûmeta wê ya navneteweyî bîne. Em daxwaza hevgirtinê ji rêxistinên siyasî û komeleyan dikin.”
 
Hamburg 
 
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo protestokirina serdegirtina li ser Stêrk û Medya Haber TV’yê û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê mitîngek hat lidarxistin. Mitîng ji aliyê DKTM’ê ya Hamburgê ve, li Gansemarkt ku semta herî qerebalix a bajer e, hat lidarxistin.
 
Di çalakiyê de destpêkê parêzvana mafên jinan Anja Flach axivî û got ku serdegirtina li dijî televîzyonên Kurd ji bo heqîqet dernekevin holê tên kirin. Anja Flach diyar kir ku di dema serdegirtinê de gelek meteryalên televîzyonê hatine wêrankirin û destnîşan kir ku bi serdegirtineke bi vî rengî mafê gelê Kurd ya agahî girtinê tê stendin û anî ziman ku ev yek nayê qebûlkirin.
Parlementerê Partiya Çep a Hambûrgê Norbert Hakbusch anî ziman ku hewldanên serdegirtin û dagirkirinê tenê bi kêrî desthilatdariya Erdogan tê. Hakbusch got ku ew weke Partiya Çep alîgirê çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd in û her tim wê alîgirê daxwazên mafdar ên gelê Kurd bin.
 
Stockholm
 
Êrîşa polîsên Belçîkayê ya li dijî stûdyoyên Stêrk û Medya Habe TV’yê li Sergels Tor a paytexta Swêd Stockholmê hat protestokirin. Çalakvanên ku pankartên “Çapemeniya Kurd nayê bêdeng kirin”, “Destê xwe ji çapemeniya Kurd vekişînin” hilgirtin, devê xwe bi şerîtên reş girtin.
 
Di çalakiyê de danezanek hat xwendin û wiha hate gotin: “Şêweya pêkanîna serdegirtinê, ji bo zirara madî bide kanalên TV, wan bi neheqî krîmînalîze bike û xebatên wan ên navneteweyî zêdetir asteng bike hatiye kirin. Hemû rêxistinên Kurd ên li Belçîkayê li gorî zagonên Belçîkayê xebat dike, ji ber vê yekê tu sedema hiqîqû nîne ku êrîşeke bi vî rengî bê kirin. Ev êrîş ji nêz ve bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re girêdayî ye. Em Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Swêdê, êrîşên polîsên Belçîkayê ya li dijî azadiya çapemeniyê şermezar dikin û bang li hikûmeta Belçîkayê dikin ku li gorî zagonên neteweyî û navneteweyî tevbigere.”