Hejmara 61'êmin a Kovara Jinê derket

  • 10:29 28 Nîsan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Hejmara 61’emîn a Kovara Jînê bi manşeta “Hem 1’ê Gulanê hem jî kolan ên me ne: Bi keda xwe em li her derê ne” derket. 
 
Kovara Jînê ku heftane weşana xwe dike, di hejmara 61’emîn de bi manşeta “Hem 1’ê Gulanê hem jî kolan ên me ne: Bi keda xwe em li her derê ne” derket. Di vê hejmarê de kovarê bal kişand ser dîrokçeya 1’ê Gulanê, kedxwariya li dijî jinan, xizanîkirina jinan û polîtîkayên dijminane yên pergalê yên li dijî jinan û keda wan. 
 
Nivîsên di vê hejmarê de wiha ne:
 
* 1’ê Gulanê, fêmkirina dîrokê û rûyê cuda yê madalyonê  / Şeyda Tuggen Gumuşay - Tevgera Jinên Sosyalîst
 
* Jinbûna xizaniyê: “Portreya jina xizan” a îktîdara AKP’ê / Ayşe Acar Başaran
 
* Xizaniya jinan a li bajarên ji erdhejê bibandor bûn zêde dibe / Bahar Gok - Jina karker
 
* 1’ê Gulanê roja karkerên malê ye jî! / Mînîre Înal - karkera malê 
 
* Xefikên romantîzmê yên kedxwariya baviksalar: ‘Ew ji bo berhevkirina gulan nehatin’ / Rojbîn Bor
 
* Rozerîn / Medîne Mamedoglû