Li dijî tehdîdan banga berxwedana bi rêxistinkirî

  • 09:04 29 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Endama Tevgera Zanîngeha Azad Fatmanur Guçlu da zanîn ku di 17’ê Nîsanê de kesên ku xwe wek MÎT dane nasîn ew tehîd kirine û got ew ê wek jinên ciwan û ciwan ê li dijî zextan bi têkoşîna rêxistinkirî bersiv bidin.
 
Li Tirkiye û Kurdistanê ciwan bi binçavkirin, girtin û zextan hewl tê dayîn bên bêdengkirin. Bi taybet jî jinên ciwan ên zanîngehê û ciwan bi awayekî sîstematîk dibin hedef û ji aliyê kesên ku xwe wek MÎT didin nasîn ve tên tehdîdkirin. Endama Tevgera Zanîngeha Azad Fatmanur Guçlu jî di demek nêz de bi heman pêkanînê re hat rû hev. Fatmanurê da zanîn ku bi taybet jinên ciwan hedef tên girtin û got wê li dijî zextan têbikoşin.
 
Bi malbat û jiyana xwe hat tehdîdkirin
 
Fatmanurê diyar kir ku di 17’ê Nîsanê de li ber mala wê 5 kesî ew dipa û van kesan xwe wek endamê MÎT’ê dane nasîn û got: “Xwestin biaxivin lê min nexwest. Piştî vê der barê min de agahî dan. Der barê dibistan, malbata min, ji ku derê me, deynê min de agahî dan. Min bi israr nexwest ez biaxivim.  Bi gotina ‘em ne wek polîsan e, em nabêjin neçe çalakiyan em dibêjin rêxistin pirsgirêk e’. Û bi gotina ‘malbata te heye, bila xemgîn nebin. Pêşeroja te baş e, bila di pêşerojê de tiştek neyê serê te, xwişk û birayê te heye baldar bin’ tehdîd kirin.”
 
‘Bi taybet êrîşî jinan dikin’ 
 
Fatmanurê daxuyakirin ku bi taybet jinên ciwan hedef tên girtin û wiha bi lêv kir: “Jin hem li dijî pergalê û hem li dijî serdestiya mêr têdikoşin. Ji ber vê bi taybet êrîşê ciwanan dikin. Ji têkoşîna jinan ditirsin.  Em ê li dijî vê bi rêxistin û berxwedanê bersiv bidin.”
 
‘Pere pêşniyar dikin’ 
 
Fatmanurê da zanîn ku kesên xwe wek MÎT didin nasîn pere pêşniyar dikin û got her kes di alî aborî de zehmetiyan dikşîne û got: “Welat di krîzek mezin de ye. Ev kes vê wek derfet dibînin û pere, kar pêşniyarê me dikin. Lê em bi têkoşînê dikarin pêşî li van bigirin.  Divê ciwan serî ntewînin. Em ê bi berxwedana xwe ya rêxistinkirî bersivê bidin wan.”