‘Dem dema vegera li maseya çareseriyê ye’

  • 09:05 11 Sibat 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Siyasetmedar Nursel Aydogan diyar kir ku bi sekna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û têkoşîna wî komploya navneteweyî vala hatiye derxistin û got: “Divê bêyî em serî bitewînin xwe bidin alî bi biryarek mezin têkoşînê bê navber bidomînin. Divê vegerin maseya çareseriyê. Têkoşîna Gelê Kurd û kesên aştî û azadiyê dixwazin wê vê diyar bikin. Heta wê demê em ê têbikoşin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî radestê Tirkiyeyê hat kirin. Di ser komployê de 25 sal derbas bû û ji wê rojê de ye Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. 10’ê cotmehê de  bi dirûşmeya "Jji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyan di 27’ê Mijdara 2023’yan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Piştî vê malbatan jî li derve dest bi Nobeta Edaletê kirin.
 
Li bajarê Koln a Almanyayê, Parîs a Fransayê, London a Îngîlîstan û Basel a Swîsreyê bi awayekî hevdem greva birçîbûnê ya sê rojan pêk hat. Dîsa Ciwanên kurd û enternasyonal di 17’ê Çile de  çalakiya "Rêwistiya Azadiyê2 dan destpêkirin. Çalakî 9’ê Sibatê de li Mannheîm a Almanyayê dest pê kir û wê 16’ê Sibatê de li Strasbourgê bi konferansekê bidawî be. Bi heman daxwazê li Kurdistanê jî "Meşa Mezin a Azadiyê" hat destpêkirin û wê heta 15’ê Sibatê li Amarayê bidawî be.
 
Siyastmedara kurd Nursel Aydogan derbarê komploya navneteweyî û kampanyaya hatiye destpêkirin de axivî.
 
"Navenda sêyemîn şerê cîhanê Rojhilata Navîne. Gelê Kurd jî mifteya esas e. Birêz Ocalan di nirxandinên xwên Îmraliyê de diyar dike ku operasyona ewil a BOP û sêyemîn şerê cîhanê li hember wî kirine."
 
* Hûn armanca hêzên navneteweyî ya di komployê de çawa dinirxînin?
 
Birêz Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1999’an de bi zor ji Şamê hat derxistin. Wê demê ji bo pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd vebike biryar da biçe Ewropayê lê hemû derî lê hatin girtin û 15’ê Sibatê de anîn Tirkiyeyê, xistin girtîgeha Îmraliyê. Bêguman gelek sedemên ku birêz Ocalan bi operasyonek navneteweyî anîn heye. Serkêşiya wê DYA’yê kir û Îngîlîstan, Israîl û hêzên di yên komploger ji bo berjewendiyên xwe ji bo Rojhilata Navîn ji nû ve dîzaynd bikin hewl dida. Ji bo vê projeya Mezin a Rojhilata Navîn pêşxistin.
 
Li pêş vê jî yekane astengî Abdullah Ocalan bû. Ji ber vê ew ji Sûriyeyê derxistin û ji bo projeya YDD pêş bixînin sêyemîn şerê cîhanê jî destpê kiribû. Navenda sêyemîn şerê cîhanê Rojhilata Navîne. Gelê Kurd jî mifteya esas e. Birêz Ocalan di nirxandinên xwên Îmraliyê de diyar dike ku operasyona ewil a BOP û sêyemîn şerê cîhanê li hember wî kirine.
 
* Rola Tirkiyeyê ya di komployê de çi ye?
 
Dema Birêz Ocalan teslîmê Tirkiyeyê kirin pevçûnek tirk-kurd hedef kirin. Şert û merc jî li gorî vê bûn. Ger ku pêk bihata wê Tirkiye biketa şerekî navxweyî. Di şerê navxweyî de jî îmahkirina Abdullah Ocalan plan kirin. Lê Birêz Ocalan ev plan vala derxist. Wê demê desthilatdarê demî Ecevît got ‘Abdullah Ocalan çima dan Tirkiyeyê me fêm nekir’. Di vir de jî hat fêmkirin ku pêvajoya komployê de rol nedabûn Tirkiyeyê. 
 
" Dema Birêz Ocalan li Îtalyayê du mehan li Romayê ma ji welatên Ewropa bi hezaran kes çûn Romayê û xwedî lê derketin. Xwedîderketineke xurt tunebûna wê Birêz Ocalan îmha bikirana. Bi awayekî xurt xwedî lê derketin hebû."
 
*Komployê 25 sal li pey xwe hişt. Gelo hêzên navneteweyî gihiştin armanca xwe?
 
Di serî de DYA û hêzên navneteweyî nehiştin serkeftinê. Îmhakirina Birêz Ocalan plankirin. Lê Gelê Kurd û dostên kurdan xwedî lê derketin, encama vê de dest ji vê planê berdan. Cezayê darvekirinê hebû wê demê li Tirkiyeyê. Cezayê darvekirinê rakirin û muebeta giran danê. Birêz Ocalan di şertên giran yên Îmraliyê Paradîgma Konfederalîzma Demorkatîk pêş xist û plan vala derxistin.
 
* Li Kurdistan, Tirkiye û her derê cîhanê li dijî komployê bertekên mezin hatin nîşandan. Hûn dikarin hinekî vebêjin?
 
Gelê Kurd û dostên kurdan yên li Ewropayê dijîn çalakiyên bê navber meşandin. Wê demê çalakiyên girseyî li her derê Ewropayê hatin kirin. Welatî li dijî komployê derketin qadan. Li dijî komployê canê xwe dan ber agir. Ev li Tirkiyeyê yekem bû.  Dema Birêz Ocalan li Îtalyayê du mehan li Romayê ma ji welatên Ewropa bi hezaran kes çûn Romayê û xwedî lê derketin. Xwedîderketineke xurt tunebûna wê Birêz Ocalan îmha bikirana. Bi awayekî xurt xwedî lê derketin hebû. Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê yê demî gotibû ‘me evqas nedipa’.
 
*Li dijî komployê xeteke têkoşînê ya çawa hat hûnandin?
 
 Ev 26 sale Gelê Kurd têdikoşin. Lê em nikarin bêjin ku ev têkoşîn têr dike. Ji ber ku têkoşînek bi bandor bihata meşandin wê îro tecrîd berdewam nekiriba û azadiya Abdullah Ocalan pêk bihata. Bi têkoşîna ji 1999’an dikaribû tecrîd bihata astengkirin. Ji ger vê divê têkoşîneke xurt û bi biryar bê meşandin.
 
"Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê çalakiyên "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" didomin. Ev xwedîderketin wisa bidome wê encam bê girtin. Ji hêza gel xurtir tu hêz tuneye."
 
* Li gorî we komplo hîna didome?
 
Komploya navneteweyî ji aliyê Birêz Ocalan ve vala hatibe derxistin jî hîna neqedİyaye. Êrİşên li hember Rojava didomin, tecrîd û neçareserî didome. Kengê tecrîd rabe wê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Kengê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê bêjin ku komplo qedyaye. 
 
* Abdullah Ocalan ne girtîbûna wê bandorek çawa li Rojhilata Navîn bikira?
 
Abdullah Ocalan ne tenê ji bo azadiya Gelê Kurd, ji bo çareseriya pirsgirêkên hemû gelên Rojhilata Navîn, Paradîgma Konfederaslîzma Demokratîn, Netewa Demokratîk kir jiyanê. Ev jî tê wateya jiyaneke azad a hemû gelan. Ji vê xweştir bandor heye gelo?
 
* Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" didome. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Ev pêvajoya çalakiya li seranserê cîhanê hatiye destpêkirin ne kampanya wek pêngav venasîn hîn baştire. Ji ber kampanya dema wê heye. Lê ya pêngavan dema wê tuneye. Heta ku pêngav encamê bigirin didomin.  Ji aliyê Însiyatîfa Azadiya Ocalan ve li Strasbourg û 74 welatên cîhanê 10’ê cotmeha 2023’yan de pêngav hat destpêkirin. Ev li Tirkiye û Ewropayê bi çalakiyan didome.  Li girtîgehan girtî ji 27’ê Mijdarê de ne di grevê dene. Nobetê Edaletê didomin. Meşa Azadiyê ya Mezin jî di vê çarçoveyê de didomin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê çalakî didomin. Ev xwedîderketin wisa bidome wê encam bê girtin. Ji hêza gel xurtir tu hêz tuneye.
 
"Birêz Ocalan bi tezên xwe çareseriyê datîne holê. Di vê pêvajoya ku geşedanên xesas tê jiyîn divê muxatabiya Birêz Ocalan li ber çavan bê girtin."
 
* Çarçoveya têkoşîna hûn dimeşînin de daxwazên we çine?
 
Divê tecrîda sûcê mirovahiyê ji holê bê rakirin. Divê tu kes ji tecrîdê re nebêje erê. Pirsgirêka kurd di asta niha de divê bi rêbazên demokratîk siyasî bê çareserkirin. Divê di çareseriyê de rola Birêz Ocalan bê dîtin û ev bi dengekî bilind bê ziman. Ji ber vê yê ku muxatab bê girtin Abdullah Ocalane. Abdullah Ocalan 25 sale girtiye. Li gorî biryarên Konseya Ewropayê bêyî mafê hêviyê kesek nikare 25 salan bê girtin. Ji ber vê divê êdî azad be. Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Ji bo vê em têdikoşin.
 
* Di 26’emîn salvegera komployê de bang û peyama we çiye?
 
Sêyemîn şerê cîhanê ya navenda wê Rojhilata Navîne destpê kiriye. Em pêvajoyek wisa de derbas dibin. Ev gelek xetereyan dihewîne. Divê ev baş bê fêmkirin. Birêz Ocalan bi tezên xwe çareseriyê datîne holê. Di vê pêvajoya ku geşedanên xesas tê jiyîn divê muxatabiya Birêz Ocalan li ber çavan bê girtin. Divê demildest rastiya li Îmraiyê bê dîtin. Daxwaza azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bê bilindkirin. Heta çaseriyê wê têkoşîna hevpar bidome.