Xewna ku berê dîtibû ew tevlî ‘Meşa Azadiyê’ kir

  • 09:13 11 Sibat 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Dayîka Sêvê Demîr, Sakine Demir a ji Manîsayê beşdarî “Meşa Mezin a Azadiyê” bû diyar kir ku ji ber xwena beri bi du salan ditiye tevli  “Meşa Azadiyê” bûye û got: “Divê tirk jî tevli vê meşê bibin û em bi hev re daxwaza azadiyê bikin. Pêwîste piştgiriyê bidin me, em  tecrîdê bi dawî bikin û aştiyê bînin ser vê axê.”
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku di 1’ê Sibatê de ji du baskan ve ji Wan û Qersê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 11’emîn de berdewam dike. Meşvanên ku li Wan, Colemêrg, Şirnex û Mêrdînê bi girseyî hatin pêşwazîkirin, têkiliyên xwe yên bi gel re didomînin. Yek ji çalakvanên meşê jî dayika Sêvê Demîr a li navçeya Silopya ya Şirnexê hat qetilkirin, Sakîne Demîr e.
 
Di xewna xwe de meş û aştî dît
 
Sakîne ya ku ji Manîsayê beşdarî meşê bû, diyar kir ku sedema tevlêbûna wê ya meşê xewna beriya du salan dîtiye ye. Sakîneyê, anî ziman ku wê di xewna xwe de Sêvê dîtiye û xewna xwe wiha vegot: “Du sal berê di xewnê de Sêvê ji min re gotibû ku ‘divê tu tevlî meşê bibî.’ Ev meş meşa du sal berê bû, diviyabû du sal berê dest pê bikira. Sêvê êvarên înê du caran ket xewnên min. Ji min re digot, ‘Tu çima radizê, rabe, gelê Wanê rabûye, li benda te ne. Min digot, baş e, lê nizanim çima li benda min in. Min nizanibû ku dê ev meş pêk bê.  Hefteyek şûnda êvara înê dîsa min heman xewnê dît. Dîsa Sêvê got “Rabe, gelê Wanê rabûye û dimeşe, li benda te ne.’ Dema ku ez serê sibehê rabûm, min hewl da ku xewna min dîtibû şîrove bikim. Lê min baş fêm nekir ku mebesta wê çi ye. Piştre min cara sêyem xewnek wisa dît. Vê carê min di xewna xwe de kesekî din didît. Kefiyeyek kesk û sor û zer dabû serê xwe. Destê xwe dirêjî min kir û got, ‘Em bimeşin.’ Em di deriyekî biçûk re derbas dibûn û gava em ketin hundir, her der fireh dibû. Di hindûr de wêneyên Serok Abdullah Ocalan hebûn. Wêne nîşanî min dan û got, ‘Tenê ev rêber dikare êşa ku we ewqasî kişandiye bi dawî bike.’ Min jî got ez jî vê dixwazim. Pişre em derketin derve û li derve girseyeke mezin hebû. Mirî vejiyan, gerîla ji çiyê daketin, her kes bi wêneyên Rêbertî li derve bû. Digotin aştî pêk hatiye û Rêbertî azad e. Li wir ez ji xewê hişyar bûm.”
 
 
‘Divê tirk jî tevli vê meşê bibin’
 
Sakîne, bi lêv kir ku wateya xeyalên wê hebûn, lê wê nizanibû çi ne û diyar kir ku piştî destpêkirina  “Meşa Mezin a Azadiyê” pê hesiyaye ku xewna wê ev meş e. Sakîne, da xuyakirin ku ji aliyê wijdanî ve ne rehet bû û biryar da ku bi vî rengî beşdarî meşê bibe û got ku ew ji Silopiya ku keça wê Sêvê lê hat qetilkirin tevlî meşê bûye. Sakîne, destnîşan kir ku “Meşa Mezin a Azadiyê” ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelan e û wiha axivî: “Divê tirk jî tevli vê meşê bibin. Divê her kes daxwaza azadiyê bike. Divê her kesên dilşikestî û dil bi êş tevli vê meşê bibin. Pêwîste ew piştgiriyê bidin me û em bi hev re tecrîdê bi dawî bikin û aştiyê bînin ser vê xakê.”
 
‘Sêvê du sal berê ji min re gotibû…’
 
Sakîne, zextên polîsan jî nirxand û got, “Em gelek tengav bûn, lê me bi coş meşa xwe berdewam kir.” Sakîne, da zanîn ku ligel zextan jî meşa wan serketî berdewam dike û wiha pê de çû: “Heta Cizîr, Silopiya, Hezex, Nisêbîn, Qoser û Dêrîkê em bi pêş ve çûn. Diviyar bû bi milyonan beşdarî vê meşê bibin. Em ji vê meşê re jî dereng man. Sêvê du sal berê ji min re gotibû divê em dest bi meşê bikin. Lê dîsa jî baş derbas dibe. Gel radibe ser piyan. Girtî û malbatên wan li ber xwe didin. Hemû kes li ber xwe dide. Divê êdî hemû kes bêje ‘êdî bes e.’ Ev meşa azadiyê ye. Ji bo rizgarî û azadiya her kesî ye. Di 15’ê Sibatê de divê her kes destê xwe bidin hev û rabin ser piyan. Divê aştiyeke mayînde pêk were. Ev rewş êdî bi xwîn û şer nabe. Pêwîste Rêbertî li ser maseyê rûne û pirsgirêkê çareser bike. Em zextên dewletê nas nakin. Em ê bi ser kevin. An azadî yan azadî.”