Bersiva erdhejzeyan a li dijî manîpulasyonê: Em helal nakin

  • 09:03 11 Sibat 2024
  • Medya Kritîk
 
Roza Metîna 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Medyaya hawiz a AKP-MHP'ê taktîkên xwe yên manîpîlasyona hilbijartinên rêveberiyên herêmî û erdheja 6'ê Sibata 2023'yan a navenda wê Mereş bû heta dawiyê da meşandin. Her wiha nelirêtiyên ji aliyê îktidarê ve tên kirin jî bi rêya medyayê tê xwestin rewa bê nîşandan. AKP-MHP ji bo bi ser bikeve jî dîsa xebatkarên çapemeniya azad kir hedef. Li dijî êrişên îktidarê xebatkarên çapameniya azad jî helwesta xwe bi gotina "Em dev ji karê xwe bernadin" nîşan dan. Her wiha erdhejzedeyan jî di salvegera erdhejê de li dijî manîpulasyona medyaya hawiz bersiva, "Em ji bîr nakin, em efû nakin, em helal nakin" dan. 
 
Li tevahiya cîhanê medya xwedî rol û mîsyoneke gelekî girîng e. Bandoreke gelekî mezin li ser binhişî, derûnî û tevgera civakê dike. Kesên bixwazin di warê siyaset, aborî, civakî û her wekî din de xurt bibin medyayê bi kar tînin. Bi taybet jî hişmendiya serdest a mêr dixwaze bi rêya manîpulasyona bi destê medyayê bigihêje armanca xwe û birdoziya xwe di mejiyê civakê de bi cih bike. Ev jî bandoreke neyînî û ne baş bi taybet li jin û zarokan dike. Li gor rapora piştî erdheja 6'ê Sibatê ya rewşa jinên li herêmên erdhejê ya Koalîsyona Jinan, hat diyarkirin jinan herî zêde daxwaza piştgiriya ji bo xurekan kiriye û di qada tendirustiyê de jî herî zêde daxwaza piştgiriya di warê ruhî û derûniyê de kirine. Ev jî nîşan dide ku jin çawa zehmetiyê dikşînin. Lê belê medyaya hawiz wekî ku pirsgirêkên jin û zarokan qet tune bin nîşan dide û ji bo zarokên ku li herêmên erdhejê hatin windakirin û teslîmî tarîqatan hat kirin jî qet dengê xwe nake û vê rastiyê vedişêre. 
 
Niha jî bi taybet bi nêzbûna hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê bandora medyayê hîn bêtir derdikeve pêş. Projeyên manîpulasyona siyasî jî bi rêya çapemeniyê tê meşandin. Ev yek ji destpêka hilbijartinê heta roja dawî ya hilbijartinê û piştî wê jî dewam dike. Dema em li salên 2014'an dinêrin wê demê encamên hilbijartinê yên Ajansa Anadoloyê û yên Ajansa Nûçeyan a Cîhanê ji hev cuda bûn. Di wan salan de jî û niha jî heman manîpîlasyon di meriyetê de ye. Loma jî baweriya bi medyaya alîgir namîne. Ji ber ku medyaya alîgir tenê vediguhere alava propagadanayê ya ji bo parastina paldanka îktidarê. 
 
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de jî ji bo parastina paldanka xwe gelek dek û dolab bi rêya medyaya hawiz tê gerandin. Niha medyaya di bin kontrola îktidara AKP-MHP'ê de ye, nelirêtî û kêmasiyên xwe yên di warê rêveberiyên herêmî de her wiha zihniyeta talankar a qeyûman bi rêya medyayê dixwaze rewa nîşan bide. Jixwe şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de hemû derfetên xwe ji bo AKP’ê seferber dikin. Her wiha qeyûmên hem li bajar û hem jî li navçeyan wekî rêveberên AKP’ê tevdigerin. Ev yek li Amedê û li hemû bajar û navçeyên ku ji aliyê qeyûman ve hatine xespkirin derbas dibe. Medyaya hawiz rêyên xerabe yên li Amedê vedişêrin lê belê li ser billboardan û li ser medyaya hawiz dibêjin otobosên nû ketin meriyetê. Lê belê ev otobos heta niha li ku bûn ? Bi rojan li ser medyaya dîjîtal welatiyan pirsgirêkên veguhastinê dianîn ziman lê belê medyaya hawiz a AKP-MHP'ê bi tu hawî ev yek neanî ziman. Em dikarin gelek mînakên bi vî rengî li dû hevdu rêz bikin...
 
Heman manîpîlasyon ji bo serdema erdheja 6'ê Sibata 2023'yan a navenda wê Mereş jî derbas dibe. Di eslê xwe de bi vê manîpîlasyonê em dibînin ku sîstemeke hiqûqê ya antîdemokratîk jî derdikeve holê. Medyaya hawiz wekî ku îktidara AKP-MHP'ê hemû pêdiviyên erdhejzedeyan pêk hatiye nîşan da. Hejmara rast a kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan veşart. Murat Kurum ê di dema erdheja 6’ê Sibatê de xwediyê peywira Wezareta Guhertinî ya Avhewa û Bajarvaniyê, Derûdorê bû di demeke kurt de tevli weşana zindî bûbû û gotibû, “130 hezar canê me jiyana xwe ji dest dan.” Ev di heman demê de îtirafa nerastbûna hejmara fermî ye. 
 
Di heman demê de gotinên Serokkomar Tayyip Erdogan û medyaya alîgir jî li hev nayên. Tayyip Erdogan li Hatayê di axaftina xwe de îtiraf dike û dibêje, "Ji ber we deng nedan min, min jî ji we re xizmet nekir. Ger we deng bida min, min ê xizmet ji we re bikira. " 
 
Di Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê de tê gotin, "Ji ser felaketa sedsalê re, salek derbas bû. Hewldana pêçandina birînên erdhejê yê dewletê topyekun dewam dike. Fondaş medya û mûxalefet ji bo vê têkoşînê têk bibe çi ji destên wan tê dikin. Dewletê ji roja erdhej çêbû heta niha hemû derfetên xwe seferber kiriye." Lê belê gotinên erdhejzedeyan ên ku ji roja erdhej çêbû û heta niha van gotinên medyaya alîgir pûç û vala derdixînin. Gelek erdhejzedeyên ku derketin hemberî çapemeniyê û rastî digotin jî ji karê xwe dihatin dûrxistin an jî gef li wan dihat xwarin. Bi weşana zindî ya JINNEWS'ê ya roja 6'ê Sibatê ya saet di 4.17 deqeyan de erdhejzede derketin, qêriyan û gotin," Em ji bîr nakin, em efû nakin, em helal nakin. Ger hûn naxwazin edalet tenê li ser dîwan bimîne, gilî bikin. Berê terkî mirinê kirin, niha jî terkî tariyê kirin." Ev gotinana jixwe gotinên Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê ya alîgir pûç û vala derdixîne. 
 
Jixwe ji gotina rastiyan jî gelekî aciz in. Loma jî Walîtiya Meletiyê di salvegera 1'emîn a erdheja 6'ê Sibata 2023'yan de çalakiyên bibîranînê qedexe kir. Vê zihniyetê ji bo êş û tengasiya erdhejzedeyan kişandin gotin 'qeder' lê belê yên 'efûya îmarê' derxistin dîsa ew bi xwe bûn. Her wiha di vê rojê de ji bo ajansên çapemeniya azad rastiyê ranegihînin gelek carî bi astengiyan rû bi rû hatin hiştin û êriş li wan hatin kirin. Jixwe di dema erdhejê de jî gelek caran îşkence li rojnamegerên li qadên erdhejê hatibû kirin û gef li wan hatibû xwarin her wiha hatibûn binçavkirin û darizandin. Lê belê rojnamegerên çapemeniya azad qet serî netewandin û ji roja erdhej pêk hat heta salvegera erdhejê jî dîsa li qadan bûn û dengê erdhejzedeyan dan bihîstin.