Nevruza çapemeniya alîgir û Newroza gelan

  • 09:02 24 Adar 2024
  • Medya Kritîk
 
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza 2024’an li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Li qadan dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Jiyan jiyan azadî" bilind bû. Di pîrozbahiyên Newrozê de bêguman azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat xwestin û têkoşîna jinan a di vir de girîng bû. Ev daxwaza ku ji aliyê gelan ve hat qîrîn gelo di çapemeniya alîgir de çawa hat dîtin.
 
Îsal Newroz di arefeya hilbijartinê de û di pêvajoya grevên birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin pêk hat. ji 17’ê Adarê heta 21’ê Adarê li her derê Newroz bi coş hat pîrozkirin. Wek her sal jinan bi reng, deng û têkoşîna xwe daketin qadan. Ji 7’an heta 70’ê bi coş Newroz hat pîrozkirin. Newroz herî qelebalix a salên dawî bû. Bandora pêvajoyê bêguman zêde bû. Gelê Kurd daxwazên xwe bi du dirûşmeyan yên wekê "Bijî serok Apo" û "Jin jiyan azadî’ anî ziman.
 
Coşa Newrozê li her bajarî hebû. Lê çavê her kesî li ya Amedê bû. bi tevlibûna mîlyonekê hat pîrozkirin. Peyamên ku axaftinkeran dan zelal bû. Siyasetmedara Kurd Leyla Zana balkişand ser hewldanên aştî û çareseriyê ya Abdullah Ocalan û got çavê Gelê Kurd carek din ji vekirina rê re amade ye.
 
Hêzên ewlehiyê yên desthialtdariyê, di pîrozbahiyên Newrozê de gelek kes binçav kir, tundî li gelek kesî kirin û girtin. Di têketina qadê de gelek kes ji ber cil û bergan, filamayên kesk, sor û zer negirtin hundir, binçavkirin û girtin. Ev pêkanîn piştî belavbûna Newrozê jî hatin jiyîn. Ji ber dirûşmeyên hatin berzkirin gelek kes hatin binçavkirin.
 
Ev peywir tenê neket ser milê polîsan. Çapemeniya alîgir jî daxwazên Gelê Kurd nedît, îradeya Gelê Kurd tune hesibandin û  di bin navê ‘nûçeyan’ de propaganda reş kirin. Rojname û malperên nûçeyan yên alîgir, daxwazên qada Newrozê nedîtin û bakişandin girtin û binçavkirinan. Rojnameya Yenî Akît der barê Newrozê de hinek nûçeyên wisa çêkirin: "Di pîrozvahiya Nevruzê ya Amedê de 166 kes ji ber propanganda terorê hatin binçavkirin!", "Nevruz veguhertin çalakiya terorê!", "Hevkarê CHP’ê DEM Partiyiyan bi keviran êrişê polîsan kir". Yenî Akîtê di van nûçeyên çêkir de jî pêvajoya hilbijartinê bikar anî û partî hedef girt. Bêguman ev rewşeke ku mirovan matmayî bihêle nîne.
 
Rojnameya Sabahê jî der barê Newrozê de nûçeya "Li 15 bajaran operaysona PKK’ê: Di Nevruzê de amadekariya çalakiyê kirine!" çêkir û nûçe li ser hedef nîşandanê û belavkirin agahiyên şaş hatiye çêkirin. Piştî Newrozê kesên hatin binçavkirin bi hinceta dirûşmeyên hatine berzkirin hatin binçavkirin. Lê çapemeniya alîgir ev hedef nîşandan û îdiakirin "Di lêgerîna çalakiyê de bûn".
 
Rojnameya Sabahê ji bo Newroza Stenbolê jî gotibû "Ji hevkarê tifaqa CHP’ê, DEM Partiyê propaganda terorê! di pîrozbahiya Nevruzê de dirûşmeyên alçax". Di pîrozbahiyên qaşo "Nevruzê" de dîmenên skandal.
 
Belê li qadê wek her tim daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat ziman. Girseyê bê navber "Bijî serok Apo" berz kir. Lê girîng e ku ji kîjan paçeyê li vê rewşê tê nêrîn. Heqîqeta di Newrozê de derket holê bi nûçeyên "qaşo" nehat veşartin.