MED - DER'ê rêveberiya xwe ya nû bijart

  • 16:32 1 Cotmeh 2022
  • Çand û Huner
AMED - MED-DER’ê Yekemîn Kongreya xwe ya Awarte li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî li dar xist û rêveberiya xwe nû hilbijart.  
 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Kongreya xwe ya Awarte ya 1’emîn bi dirûşma “Zimanê kurdî mifteya azadiya gelê Kurd e” li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê li dar xist. 
 
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya 78’an, gelek saziyên sîvîl û sendîka tevli kongreyê bûn. Di kongreyê de giringiya zimanê Kurdî hat bibîrxistin.
 
Piştî axaftinan di hilbijartina hat kirin de ji bo hevserokatiya MED-DER’ê Rifat Ronî û Şukran Yakût hatin bijartin. Her wiha Dîlan Guvenç, Remzî Azîzoglû, Îpek Oyûr, Mehmet Mezher Aktaş, Îlyas Gun, Eyyup Akdenîz, Hatîce Barût, Mûstafa Açmaz, Îbrahîm Halîl Taş, Ersel Dogûç, Ramazan Holat, Yaşar Aslan, Diyadîn Dargin, Necmettîn Sonyaci jî ji bo rêveberiya komeleyê hatin bijartin. 
 
Piştî hilbijartinê kongre bi dawî bû.