CPJ: Di şerê Îsraîl-Gazzeyê de 17 rojnamevan hatin kuştin

  • 15:05 18 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - CPJ ragihand ku di şerê ku Îsraîl û Hamasê de heta niha 17 rojnamevan hatine kuştin.
 
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku di şerê ku Îsraîl û Hamasê de heta niha 17 rojnamevan hatine kuştin.
 
CPJ’ê di malpera xwe ya înternetê de wiha got: “Hamasê 7’ê Cotmehê êrişeke ku mîna wê nehatiye dîtin, li dijî Îsraîlê da destpêkirin û Îsraîlê jî li dijî Gazzeyê êrişên hewayî û bejahî pêk anî û li dijî koma Fîlîstînî ya mîlîtan şer îlan kir. Ji wê demê û vir ve şerê Îsraîl-Gazzeyê derbeyek giran li rojnamevanan xist. Şer ji wê demê û vir ve bandora xwe li ser Lubnanê jî kir.”
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 7’ê Cotmehê ve ji her du aliyan zêdeyî 4 hezar kes mirine, her wiha herî kêm 17 rojnamevan hatine kuştin.
 
Koordînatorê Bernameya Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur a CPJ’ê Sherîf Mansoûr got: “CPJ’ê destnîşan dike ku rojnamevan sivîl in ku di demên krîzê de karên girîng dikin û divê neyên hedefgirtin.”