Jinên Efganî ji bo Julia Parsî û Neda Perwanî bang kirin

  • 12:21 21 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Xwepêşandêr a Jinên Xwepêşander daxwaza berdana jinên girtî yên di girtîgehên Talîbanê de kir û got, "Cihê jinên xwepêşander û parêzvanên mafên mirovan ne zindan e."
 
Tevgera Jinên Xwepêşandêr careke din ji rêxistin û welatên ku piştgiriya mafên mirovan dikin xwest ku zextê li Talîbanê bikin û xwe ji têkiliya bi Talîbanê re dûr bixin. Jinan bi bîr xist ku Julia Parsî û Neda Perwanî tevî malbatên xwe bi awayekî nehiqûqî hatine binçavkirin û girtina çalakvanên mafên mirovan jî didome, jinan daxwaz kirin ku çalakvan demildest bên berdan.
 
Endama Tevgerê Leyla Besim a ji NÛJINHA'yê re axivî wiha got: “Tu agahî ji van her du jinên têkoşer nîn e. Sazî û rêxistinên pêwendîdar, bi taybetî parêzvanên mafên mirovan û jinan, mixabin tenê bi weşandina rêze twîtan xwe ji barê berpirsyariyê dûr xistine. Rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan berpirsiyarên van her duyan ji bo azadiya jinên têkoşer xebateke pratîkî nekiriye.”
 
Derbarê rewşa piraniya jinên hatine girtin de tu agahî bi dest neketiye
 
Endama jin a tevgerê bi gotinên "çalakvan, rojnamevan, jinên xwepêşander û parêzvanên mafên mirovan bê sûc di girtîgeha Talîbanê de ne" diyar kir ku mafên girtiyan ên di girtîgeha Talîbanê de bi awayekî hovane tên binpêkirin.
 
Ji roja hatina Talîbanê ve heta niha gelek jinên xwepêşander, çalakvanên mafên mirovan, rojnamevan û muxalif girtîne. Der barê rewşa piraniya jinên hatine girtin de tu agahî bi dest neketiye.