Jinên Îranê li dijî pergala serdest ya mêr têdikoşin

  • 09:03 3 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Melek Avci
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegera Îranî û femînîst Zahra Bahherîshad ji bo protesetoyên Îranê got, "Ev şoreşa femînîst a herî mezin a cîhanê ye."
 
Jîna Mahsa Amînî di 17’ê îlonê de li Îranê ji aliyê "polîsên ahlaqê" ve bi işkenceyê hat qetilkirin û protestoyên li hember rejîmê didomin. Di protestoyên berdewam dikin de hejmara kesên jiyana xwe ji dset dane tam nayê zanîn û li gorî daxuyaniyên rêxistinên mafên mrovan û çavkaniyên herêmî di protestoyan de nêzî 76 kesî hatine qetilkirin. Rejîma ku bi çekan li dijî gel şer da destpêkirin, di nav de mêr û gelek rojnamegerên jin, lîstikvan û rewşenbîr hene hatin girtin.
 
Rojnameger û femîst Zahra Bahherîshad a Îranî, der barê zextên rejîmê ku bi salan e li ser jinan tê meşandin û qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Amînî de axivî.
 
‘Ji bîr nekin ku Mahsa jinek kurd bû’
 
Zahra da zanîn ku divê nasnameya jinê ya kurd ya Mahsa jî neyê jibîrkirin û got bi salane zextên rejîmê yên li hember komên etnîkî tê zanîn. Zahra wiha berdewam kir: “Li Îrane jinan her tim ji newekheviya zayendî û şîdeta li hember wan zirar dît. Ev 40 sale  jî sergirêdan li jinan hatiye ferzkirin û ev tenê êşeke ya tê zanîn a bi jinan tê kişandinê ye.  Lê rejîma Îranê ku li hember jinan şîdeta xwe dispêre zayendê bi awayekî sîstematîk pêk anî, bi qetilkirina Jîna Mahsa sînor bezand. Ev qetilkirin li Îranê pêk bê jî divê neyê jibîrkirin ku Mahsa jinek kurd bû û em hemû baş dizanin ku jinên kurd û komên etnîk ên li Îranê zext li wan tên kirin û bi newekheviyê re rûbirû dimînin.”
 
'Ji sala 79’an heta niha têkoşîn didome'
 
Zahrayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku rejîma Îranê ya li hember jinan û LGBTQ+ newekhevî û şîdeta zayendî tesîs kiriye, bi vê hîmê xwe yê baviksalar ava kiriye û wiha dirêjî dayê: “Ji sala 1979’an heta niha jinan li dijî zext û qedexeyan gelek protesto pêk anîn. Di vê têkoşîê de hem li Îran hem li dervyê Îranê gelek komele û rêxistin hatin avakirin. Ji bo mafan jinan li ser binga feminîzmêfemê gelek xebat pêk anîn. Aktîvîte û têkoşîna jinan a di esasa femînîst aktîvîzmê de ji sala 1979’an didome. Her wiha civaka femînîst a Îranê platformên ji gelek kampanyayan fêdeyê digire û di pêla çaremîn a  femînîzmê de rolek girîng dilîze jî baş dizane.  Ji ber gelek jin di çalakiyan de ji aliyê polîsên ahlaqê ve şîdet dîtin û birîndar bûn. Lê bêcezahiştin hîna didome. Parêzerê malbata Mahsayê ku der barê gumanbarên qetilkirina Mahsa û polîsên ahlaqê de gilî kirin, bêhêvitiya xwe ya ji bo pêvajoya doze anî ziman. Got ku wê ev gilî bi serkeftinê bi encam nebe.”
 
'Înkar yek ji teşeyên şîdetê ye'
 
Zahra bi lêv kir ku rejîma Îslamî ya Îranê heta îro di mijara mafên jinan û LGBTQ+ de her tim derew kirine û wiha daxuyand: “Serokomarê berê yê Îranê Ahmedînejad jî îdia dikir ku li Îranê hevzayend tune ne.  Ev çi derewên meznin!Armanca rayedaran ev bû ku jinan û LGBTQ+ înkar bikin. Wek tê zanîn ku înkar jî yek ji cureyên şîdetê ye.”
 
‘Hewcedariya jinan bi lîderekê parêzvan tune ye’
 
Zahra di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Tevgerên jinan yên li Îranê serbixwe ne û jinên di civakên sivîl de xwedî hişmendiyek mezin a femînîst in. Ez bi vê bawer im. Hewcedariya jinên Îranê bi lîderekî ku wan biparêze tune ye. ‘Jin jiyan azadî’ ku dirûşmeya vê tevgerê ye dirûşmeyek gelek bi bandor a bandorê li ser hemû femînîstên cîhanê dike ye. Ji ber vê jî têkoşîna jinên Îranê ya li dijî serî girêdanê li gorî polîtîkavanên jin yên Ewropa û welatên Rojava hîn bêtir pêşketi ye. Jinên siyasetmedar di civînên dîplomatîk de neçar dimînin serê xwe girê bidin û ji ber sedemên siyasî neçar dimînin qebûl bikin. Ji ber li gorî îdeolojiyek siyasî serê xwe girêdidin. Belê jinên Îranê li dijî vê têdikoşin. Lê siyasetmedarên jin yên welatên din rojnameger û navdar ji kîjan baweriyê dibin bila bibin divê serî ggirêdanê red bikin. Ev ji bo jinên Îranê piştgiriyeke.” 
 
'Li herêma Kurdistanê gelek kes tên girtin'
 
Zahra balkişand ser zextên rejîmê yên li hember çalakiyan û got li herêma Kurdistan a Îranê herî kêm 52 aktîvîstên jin hatne girtin û wiha bertek nîşan da: “Rojnameger Nîlufar Hamedî ku nûçeya qetilkirina Mahsa çêkir, ji aliyê rejîmê ve hat girtin û di hucreyê de tê girtin. Her wiha  rojnameger, femînîst û aktorên jin û mêr yên bertek nîşan didin û piştgiriyê didin protestoyan jî tên girtin.”
 
‘Şoreşa femînîst a herî mezin a cîhanê’
 
Zahra gotinên xwe wiha bidawî kirin: “Ev şoreşa femînîst a herî mezn a cîhanê ye. Ev têkoşîna herî girîng a jinên Îranê ye lê bêguman daxwazên wan ev tenê nînin. Mijara esas têkoşîna li hember şîdeta sîstematîk a li hember jinan û newekheviya zayendê ye. Belê jinên Îranê li dijî vê pergala baviksalar têdikoşin û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz dikin. Di têkoşîna li dijî serî girêdanê de gaveke girîng hatiye avêtin.”
 
Feminîzma li gorî rewşa jinan diguhere
 
Fîkra ku zayenda civakî û jin tenê behsa yek ferasetek yekbûyî nake ye. Tevî ku hemû jin spî, reş, asyayî, latîn an jî ji kîjan nîjadê dibe bila bibe, li gorî ol, çîn, etnîsîte û cudabûnê jinan guherîn nîşan dide. aliyên cuda yên nasnameya me tên gel hev- tecrubeyên jinên spî ji ber nîjada wan tê nasîn, wek jinên reşîk ji nedîtîve hatin ji bo wan hîn bêtir hêsantir e. Ger ku femînîzm ji bo wan temsîl bike heye, divê bi van cudahiyan re eleqeder bibe.