Li Rojhilata Navîn zarokbûn... (4)

  • 09:03 18 Nîsan 2024
  • Dosya
 
Li Cezayîrê nokteya ku mafê zarokan lê bûye yek…
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Cezayîrê ku di alî mafê zarokan de gelek şûnde maye, derbarê binpêkirinên mafên zarokan de her çiqas hikûmeta heyî hinek gavan bavêje jî ev gav di alî parastina zarokan de têr nakin.
 
Cezayîr bi dîrok û erdnîgariya xwe, navbera Afrîka û Ewropayê de peywira pirê dibîne, wek welatê herî mezin yên Bakurê Afrîkayê balê dikişîne. Welat bi dewlemendiya xwe ya etnîk û zimanê cur bi cur mozaîkek çandî ava dike. Ji sedî 70’ê nifûsa wê Erebe, ji sedî 29 Berberîne û ji sedî yek jî ji komên etnîk yên din pêk bê. 
 
Erebî, Fransî û Berberî zimanên herî zêde tên axaftinê ne. Ev ziman û curebûna etnîkan jiyan civakî û perwerda zarokan dewlemend dike, heman demê de zehmetiyan jî bixwe re tîne. Temenê navbera 0-14 yên zarokan beşek mezin a nifûsê ava dike û ev 13 mîlyon 498 hezar û 890 e. Navbera 15-24’an jî 5 mîlyon 910 hezar û 180 ye. 
 
Di qada tenduristiyê mafê zarokan: Zehmetî û hêvî
 
Li Cezayîrê tenduristiya zarokan, bi taybet li gundan ji ber zor û zehmetiyan fikarek mezin e. Li gorî daneyên 2019’an ya UNICEF û Bankaya Cîhanê, mirina pitikên nû tên dinê û ya dayikan pirsgirêkên bi xeterin. Ji her hezar pitikên tên dinê 20 heb û  ji her hezar zarokên di bin temenê 5’an de 23 zarok jiyana xwe ji dest didin. Ji her 100 hezar jinî 112 jin dema welidînê de ji ber komplîkasyonan jiyana xwe ji dest didin. Başurê Cezayirê herêma herî zêde rêjeya mirina dayikan lê zêde ye balê dikşîne. Ev ji ber kêmasiyan pêk tê. Ji sedî 7’ê malbatan zarokên wan astengdar in. Ji sedî 10’Ê zarokan di bin rîska nexweşiyên girîng de ne.
 
Di perwerdehiyê de wekheviya derfetê
 
Li Cezayîrê perwerde mafê esas yê zarokan tê qebûlkirin. Lê li gorî daneyên Bankaya Cîhanê ya 2019’an, 16 hezar û 430 zarok naçin dibistanê û bi taybet li herêmên Başur zarokên navbera 13-14’an de dest ji perwerdê berdidin. Ji bo dibistana seretayî qeyd ji sedî 97 e. Ev wek serkeftin bê dîtin jî  berdewamkirina lîse û dibistana navîn ji sedî 82 û 52.5 e. Ev jî newekheviya di perwerdehiyê de nîşan dide.
 
Xizanî û zarokên tên xebitandin
 
Cezayîr tevî petrolên mezin û rezervên gazê, bi taybet li qadên bejayî bi xizaniyê re têdikoşin. Ji sedî 23’yê gel xizanin, ji sedî 50’ê nifûsa herêmên bejahiyê di bin sînorê xizaniyê de jiyanê didomînin. Navbera salên 1991-2001’ê de ji ber şerê navxweyî, ev xizanî girantir bûye. Rêjeya zarokên dixebtin ji sedî 6.7 e. Rêjeya zartokên hem diçin dibistanê û hem dixebitin jî ji sedî 7.2 ye. Ev rewş jî nîşan dide ku zarok nikarin xwe bigihinin mafê perwerde, tenduristî û yên din. Di temenê  biçûk de parsekî û xebitandin, bi taybet navbera zarokên penaber de pir zêde ye. Ji bo parastina zarokan û têkoşîna li dijî vê, divê dewlet û saziyên civaka sivîl vê  bikin rojeva xwe.
 
Ji bo parastinê tedbîr
 
Li Cezayîrê pergala darizandinê ya zarokan bi parastina zarokan tê destgirtin. Zarokên bin temenê 13’yî de li dijî qanûnan tevbigerin jî tenê tên hişyarkirin û ji 13’an mezintir bin jî bi armanca parastin û rehabîlîtekirinê cezayên sivik tên dayîn. Bi vê pergalê dixwazin zarokan ji nûve bi civakê bidin qezecnkirin. Li gorî daneyên 2015’an de ji 2 hezar û 100 zarokên ji aliyê polîsan ve hatine komkirin hezar û 600 heb wek bi ‘xeter’ hatine nirxandin û teslîmê malbatê hatine kirin.
 
Di malbat û civakê de mafê zarokan
 
Li Cezayê di malbat û civakê de parastina mafê zarokan, wek mijarek girîng dertê pêş. Li gorî daneyên wezareta malbat û piştevaniyê her sal 3 hezar zarok derveyê zewacê tê dinê û lê yekitiya parastin mafê mirovan a Cezayîrê diyar dike ku ev hejmar salê 45 hezar e. Li welat nêzî 550 hezar zarok bê kesin û ev jî balê dikşîne ser girîngiya xizmetên civakî û ewlehiya zarokan.
 
Der barê pêşeroja zarokan de nêrînek
 
Li Cezayîrê xebatên derbarê mafê zarokan de tên kirin, bi armanca balê bikşînin ser vê pirsgirêkê û çaserî bê afirandin wek gavekê tê dîtin. Ji bo têkoşîna li hember xizanî, mafê perwerde û tendurstiyê, xizmetên civakî û parastin mafê zarokan ev gelek girîng e. Hevkariya dewlet, saziyên civakas sivîl û civakên navneteweyî,  ji bo pêşerojeke baş a zarokan pir girîng e. Nifûsa ciwan a Cezayîrê, hebûna herî mezin a welat û pêşerojê ye.