MYK’a DEM Partiyê civiya

  • 11:28 18 Nîsan 2024
  • Ramyarî
ENQERE - MYK’a DEM Partiyê ji bo nirxandina encamên hilbijartinê civiya. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nirxandina encamên hilbijartina rêveberiyên herêmî yên di 31’ê Adarê de û diyarkirina nexşrêya serdema pêş civiya. Civîn li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hat lidarxistin û Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî tev li bûn. 
 
Rojevên krîtîk
 
Hat zanîn ku dê di civînê de her wiha çareseriya pirsgirêka kurd û krîza aborî jî bê nirxandin. Di heman demê de nexşerêya serdema pêş a DEM Partî ya ji bo Doza Kobanê û polîtîkayên şer ên îktîdarê jî dê bên nirxandin.