Doza Şîmonî Dîrîl hat taloqkirin

  • 13:48 29 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - 3'yemîn danişîna doza windakirina malbata Dîrîl ku Apro Diril wek bersûc tê darizandin hat dîtin û danişîn taloqê 15'ê kanûnê hat kirin. 
 
Li gundê Kovankaya yê navçeya Elkê ya Şirnexê di 11'ê çileya 2020'î de hevjînên hev Hurmuz Dîrîl (71) û Şîmon Dîrîl (65) winda bûbûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl 70 roj piştî bûyerê di Çemê Hezîlê de hatibû dîtin. Ji Hurmuz Dîrîl jî heta niha tu agahî nîne. 3'yemîn danişîna doza windakirina malbata Dîrîl ku Apro Diril wek bersûc tê darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. 
 
Zarokên Hurmuz û Şîmon Dîrîl û parêzerên wan tevli danişînê bûn. Her wiha tekane bersûcê dozê Apro Dîrîl jî anîn danişînê. Her wiha ji Komeleya Parastina Mafên Xirîstiyanên Rojhîlata Navîn parezer Tugdual Levotois wek çavdêr tevlî danîşînê bû.
 
Şahid Ahmet Taşdemîr bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danîşînê bû. Ahmet di danişînê de diyar kir ku di derheqê bûyerê de tiştekî nizane tenê wê demê cenderme bûye û bi vî rengî malbatê naskiriye. 
 
Parezerê malbatê Rojhat Dîlsîz di danişînê de bal kişand ser lêpirsina ku nehatî kirin û got: “Piştî çend salan malbata Dîrîl vegeriya welatê xwe û li vir hatin qetîlkirin. Dewlet nekarî kildaniyan biparêzê. Em bi bawer in ku Ahmet Taşdemîr derheqê bûyerê de xwedî agahî ye. Hemû şahîd di îfadeyên xwe de dibêjin 'Apro dizane lê vedişêre'. Ev dosya bi darizandina kesekê ve divê neyê sînordarkirin. Em dizanin di vê dosyayê de navên gelek kesan hene û divê bên darizandin. Di îfade û qeydên telefonan de gelek caran navê Nazdar Hamo derbas dibe. Pêwendiya Nazdar ligel hemû kesan heye, lê îfadeya wê nayê girtin û yan jî wek şahîd nayê nîşandan. Çima Nazdar Hamo nayê guhdar kirin? Heke ku Nazdar Hamo bê guhdarkirin dê gelek xal bên ronîkirin." 
 
Parezêrê malbatê daxwaza girtina gumanbar Îsmaîl Yildiz û Behçet Ozgunç jî kir. Parêzerê malbatê daxwaza guhdarkirina Nazdar Hamo jî kir. 
 
Parezêrê Apro Dîrîl, Nîhat Karataş jî daxwaza serbestberdana Apro kir.
 
Şandeya dadgehê biryara berdewamiya girtina Apro Dîrîl kir. Her wiha daxwaza girtina Îsmaîl Yildiz û Behçet Ozgunç jî red kir. Şandeyê ji ber sedema ku kêmaniya evrakan û guhdarkirina şahîdan dozê taloqê 15’ê kanûnê kir.