ÎSÎG'ê rapora xwe ya meha Sibatê eşkere kir

  • 12:45 5 Adar 2024
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Li gorî daneyên ÎSÎG’ê di meha sibatê de herî kêm 144 karkeran jiyana xwe ji dest dane û ji van 6 jê zarokên karker in û herî zêde di qada înşaetê de mirin çêbûne. 
 
Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayetên kar a meha sibatê eşkere kir. ÎSÎG’ê bal kişand ser karesata madenê ya li navçeya Licik a Erzînganê û got ku tevî 22 roj bi ser re derbas bûne jî hêj 9 karker nehatine dîtin. 
 
Di raporê de her wiha rapora çavdêriyê ya Maden-Îş Sendîkayê ya têkildarî karesatê madenê bi berfirehî hate dayîn. Her wiha di raporê de ÎSÎG’ê bal kişand ser Kafkametler a di 19’ê mijdarê de li Behra Reş noqî avê bûyî û keştiya bar a Batuhan A ya li di 15’ê sibatê de li Marmarayê noqî avê bûyî û got ku mirina karkeran weke “cînayeta kar” nehatiye hesibandin. 
 
ÎSÎG’ê da zanîn ku di meha sibatê de herî kêm 144 karkeran û her roj “herî kêm” 5 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat destnîşankirin ku di nava beşên kar de bi 39 karkeran herî zêde karkeran di beşa înşaetê de jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG’ê destnîşan kir ku di meha çileyê de 6 û di meha sibatê de jî herî kêm 7 karkerên zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.