‘Divê dengekî me jî neyê dizîn’

  • 09:02 28 Adar 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
MÛŞ - Jinên Mûşê diyar kirin ku yekane partiya fêdeya wê ji bo gel heye DEM Partiye û wiha gotin: “Dengên me îradeya me ne. Divê DEM partî bi serkeve. Divê biçin ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkevin.”
 
Ji hilbijartinên 31’ê Adarê re demek kurt ma û DEM Partî li her derê  xebatên xwe didomîne. Namzet û nûnerên DEM Partiyê derî bi derî digerin. Li Muşê jî xebat bê navber dimeşînin.  Hevseroka DEM Partî ya Muşê Kardiye Tang û endama meclîsê Şîlan Nerzî gotin ew bi biryarin Muşê bigirin û bang li hemû gel kirin ku biçin ser sindoqan, xwedî li sindoqan derkevin.
 
‘Divê gel xwedî li îradeya xwe derkeve’
 
Şîlan Nergîzê da zanîn ku hilbijartinên herêmî gelek girîng in û wiha got: “Divê gelê me ji bo rêveberiya xwe denga xwe bikar bîne. Divê xwedî li îradeya xwe derkeivin. Rêveberiyên herêmî ji bo gelê me girîng e. Di esasa daxwazên gel de xebat girîng e. Ferasta şaredariyê girîng e. Divê her hilbijêr denga xwe bikar bîne. Divê welatî xwedî li xwe derkevin. Hatiye tespîtkirin ku gelek ciwan ji derveyê bajarin.”
 
‘Dengên me îradeya me ne’
 
Şîlanê axaftina xwe wiha got: “Kedkarên ji bo kar li derveyê bajar hene. Welatiyên derfetên kar nabînin diçin derveyê bajar. Ji ber Tirkiye derfet nade tu ciwanî. Qadek civakî tuneye. Ciwanên me li metropolan dijîn. Hinek koç dikin. Hinek ji bo kar diçin. Lê divê denga xwe bikar bînin. Dengên me îradeya me ne. Xwedîderketina li sindoqan tê wateya guhertina bajar.”
 
‘Divê DEM Partî biserkeve’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Kadriye Tang jî wiha got: “Rêveberiyên herêmî gel e. Ev yekser gel eleqeder dike. Ji keyatiyê bigirin heta şaredarî, endamên meclîsê hemû ji bo xizmeta gel hene. Ji bo fêdeya gel ev mekanîzmayên girîngin. Li Mûşê qadên jinan pir kêm in. Jin nav çar dîwaran d ene. Ji bo jinan qad tune ne. Di bin serdestiya mêr de ne. Ji ber vê divê jin biçin ser sindoqan. Çi ji destê me tê divê em bikin.”
 
‘Yekane partiya bi fêde DEM Partiye’
 
Kadriyeyê wiha dawî lê anî: “Divê Gelê Kurd û dostên Kurdan çi ji destê wan tên bikin. divê her kes destê xwe bide ser wisana we û denga xwe bikar bîne. Divê bibin peywirdar û muşahîd. Wê rojê kar dikeve ser milê me hemûyan. Divê em ewlehiya sindoqan bigirin. Ev ji bo gelê me girîng e. Divê em xwedî li dengên xwe û îradeya xwe derkevin.”