Tehliyeya Rozerîn Kalkan 11 mehan hat taloqkirin

  • 15:13 17 Nîsan 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Tehliyeya Rozerîn Kalkan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve bi îddiaya "li qawişa alîgir dimîne" 11 mehan hat taloqkirin. 
 
Tehliyeya Rozerîn Kalkan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin, hat astengkirin. Do dihat payin ku Rozerîna di 11'ê Tebaxa 2016'an de bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin bê berdan lê belê tehliyeya wê ji aliyê  Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve bi îddiaya "li qawişa alîgir dimîne" û "di nava rêxistinê de çalak e" 11 mehan hat taloqkirin. Hat hînbûn li dijî vê yekê îtiraz hatiye kirin. 
 
Wê malbatê serî li ÎHD'ê bide 
 
Malbata Rozerînê li ser vê biryarê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Dayika Rozerînê Şerife Kalkan, da zanîn keça wê 2 berê geriyaye û gotiye lijneyê xwestiye pê re hevdîtinê bike lê wê qebûl nekiriye. Şerife da zanîn cezayê Rozerînê 11 mehan hatiye dirêjkirin lê belê Rozerînê cezayê xwe qedandiye ev yek nayê qebûlkirin. Şerifey bi lêv kir ev biryar muameleyeke kêfî ye û got ew li dijî vê yekê serî natewînin ew ê serî li ÎHD'ê bidin.