'Li dijî şerê taybet turnuvaya futbolê' dest pê dike

  • 11:10 18 Nîsan 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê têkildarî Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Dokuyê, daxuyaniyek da û got: "Di şexsê Gulistan Doku û hemû jinên ciwan de dixwazin civakê ji rastiya xwe dûr bixînin. Lê îro li hemû qadan jinên ciwan li dijî şerê taybet di refên pêş de têdikoşin." 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Dokuyê li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Metna kurdî ji hêla Oguzhan Ozbay ve û metna tirkî jî ji hêla Edanûr Îbrahîmoglu ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Em wekî Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ê, îsal jî pêşbirka futbolê amade dikin. Pêşbirka me dê di çarçoveya kampanyaya me ya "Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet" de bi dirûşma 'Lêxe' pêk were. Baş tê zanîn ku desthilatdar her dem ji bo rastî û heqîqeta civakê tune bikin êrişê jinên ciwan û ciwanan dikin. Ciwan, bi taybetî jî jinên ciwan hêza guhertin û têkoşînê ne. Xwedî helwesta şoreşgeriyê ne. Ev rastî ji aliyê desthilatdaran jî baş tê zanîn. Ji ber vê yekê ye ku dema ku li dijî gelên têkoşer êriş pêk tê, desthilatdar ewil êrişê ciwanan dikin. Îro jî desthilatdar bi rêbazên şerê taybet êrişê jinên ciwan û ciwanan dike. Bi rêbazên qirêj yên şerê taybet dixwaze ciwanan ji heqîqetê dûr bixe û têxe nav pergala kapîtalîst. Li dijî ciwanan polîtîkayên hişbirê, fuhuşê, sîxurtiye, bişaftinê û koçberiyê dixe merîyetê. Desthilatdar bi van polîtîkayan dixwaze ciwanan ji axa wan dûr bixe, wan têxe nav jiyanek takekes û derewîn. 
 
Werzîş, yek ji amûrê şerê taybet e ku desthiladar dixwaze werzîşek endustriyal ava bike. Di bin sîwana werzîşê de hişmendîya nîjadperest û zayendperest di nav civakê de belav dike û di heman demê de jî civakê bêhiş dike. Ji ber vê yekê afirandina werzîş û futbolek li dijî zayendperestî û nîjadperestiyê muhîm e. Em di wê baweriyê de ne ku tevî hemû xebatên me dê Pêşbirka me jî bibe bersiv li dijî polîtîkayên qirêj yên şerê taybet. Em ê îsal pêşbirka xwe li ser navê 'Gulistan Doku' ya ku ev Hezar û pênc sed û şêst û pênc roj in wenda ye pêk bînin. Gulistan Doku yek ji qurbanîyên şerê taybet bû, bi hêza desthilatê hate wendakirin û ev çend sal in nayê dîtin. Her roj bi dehan jinên ciwan wek Gulistan Doku dibin hedefa van polîtîkayên şerê taybet. Di şexsê Gulistan Doku û hemû jinên ciwan de dixwazin civakê ji rastiya xwe dûr bixînin. Lê îroj li hemû qadan jinên ciwan li dijî şerê taybet di refên pêş de têkoşîn dikin. 
 
Ciwan dê di çarçoveya pêşbirka me de kom bibin û li dijî werzişa endustrîyal, werzişa civakî û komunal ava bikin. Jinên ciwan û ciwanên ku dixwazin beşdarî turnuvaya me bibin dikarin heta 21'ê Gulanê serî li rêxistinên me yên navçe û bajaran bidin. Di rojên pêş de her herêm û bajar dê agahiyên derheqê serlêdanan de aşkera bike. Piştî serlêdanan, destpêka pêşbirkê dê li herêman bê eşkerekirin."