Komîteya Tenduristiyê li Dêrikê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî kir

  • 14:47 15 Tebax 2022
  • Tenduristî/Werzîş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Tenduristiyê li Dêrikê heta niha 3 derweyên perwerdê yên hemşîretiyê vekirin û derdora 100 welatî perwerde kirine. Dewreya dawî ya 45 rojan jî bi dawî bû.
 
Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Dêrikê bi çavdêriya Gerînendeya Tenduristiyê û tîmeke Nexweşxaneya Gel dewreyeke din a hemşîretiyê bi dawî kir. Endamên Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Dêrikê tevli şahiya derçûna kadroyên tenduristiyê ya li nexweşxaneya Dêrikê bûn.
 
Perwerdeyê 45 rojan dewam kir û berdaran dersên teorîk û pratîk ên li ser dermankirina birînan, sekinandina xwînê, destwerdanên bingehîn, sîrûm û derzî xistinê û hwd dîtin.
 
Di şahiyê de bawername li endaman hatin belavkirin û çavdêrê perwerdeyên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Cegerxwîn Teqreq li ser girîngiya perwerdeyên hemşîretiyê axivî. Cegerxwîn anî ziman ku çawa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte hate ragihandin, wan perwerdeyên destwerdanên bingehîn dan destpêkirin.
 
Cegerxwîn Teqreq diyar kir ku Komîteya Tenduristiyê li navçeya Dêrikê û gerînendeyê Nexweşxaneya Wetenî Dr. Qasim Xelef çavdêriya perwerdeyê kir û da zanîn ku beriya niha beşdar 90 rojan dihatin perwerdekirin, lê dema ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê rewşa awarte hate ragihandin, di 45 rojan de bi dawî bû.
 
Komîteya Tenduristiyê li Dêrikê heta niha 3 perwerde vekirine û derdora 100 welatî perwerde kirin. Tê payîn ku 20`ê tebaxê li Nexweşxaneya Gel a Dêrikê Komîteya Tenduristiyê perwerdeyeke nû veke.