‘Tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe wê tecrîda li ser civakê jî rabe’

  • 09:05 22 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Hevseroka TUAY-DER’ê Hatîce Guneş der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û Nobetên Edaletê de axivî û banga xwedîderketina çalakiyan li hemû kesî kir. Hatîceyê wiha got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe wê tecrîda li ser civakê jî rabe.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sale girtiye, tecrîda giran ya li ser didome û 35 mehe tu agahî jê nayê girtin. Kampanya ji  bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmeha 2023’an de hat destpêkirin her diçe mezin dibe. Bi heman daxwazê li girtîgehan greva birçîbûnê hat destpêkirin û çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmetên girtiyan da destpêkirin jî didome.  
Li Amedê jî bi Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) re di 4’ê Kanûna 2023’an de Nobeta Edaletê hat destpêkirin. Çalakiya nobetê bi serdanan didome, girtî di hevdîtinên telefonê yên bi malbatê re peyaman dişînin. Di çalakiyê de peyam tên parvekirin, stran tên gotin, nîqaş tên meşandin.
 
Hevseroka TUAY-DER’ê Hatîce Guneş der barê nobetan de nirxandin kir.
 
‘Li girtîgehên Tîpa S bi kesî re hevdîtinê nadin kirin’
 
Hatîceyê diyar kir ku ji roja Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê tecrîd didome, li girtigehan jî şert û merc her diçin xera dibin. Hatîceyê wiha bi lêv kir: “Dikarin mirovekî bi awayekî fîzîkî hepsê nav çar dîwaran bikin lê dema kes bikin hucra yek kesî wê demê îrade û zîhn tê îzolekirin û terkî mirinê tê kirin. Tecrîd her diçe giran dibe. Êdî hatiye nokteyek wisa ku veguheriye îşkenceyê. Wisa ji hev agahiyê nagirin. Mînak 20 kes ligel hev bin ji hev piştgiriyê digirin. Xwedî li hev derdikevin. Niha li Tîpa S kes bi kesî re nikare bê gel hev, nahêlin. Tenê malbat hevdîtina telefonê dikin û hevdîtina rû bi rû jî dîsa malbat tenê dikarin bikin. Niha telefon kirine odeyên wan. Ev nayê wateya ku baş in. Bi vê nahêlin bi kesî re bên gel hev. Hinek  girtiyên nexweş hene ku nikarin xwe îdare bikin. Piranî tenê tê girtin. Wisa dimirin, kes nabîne çawa dimirin. Nizanin ku miriye an jî întîxar kiriye. Ji ber kes agahiyê nagire.” 
 
‘Em dayik in û  aştiyê dixwazin’
 
Hatîceyê di berdewamiyê de hevdîtinên di 2013-2015’an de bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin bibîr xist û wiha dirêjî dayê: “Wê demê aramî hebû. Mirin tunebû. Demên dawî de agahiyên mirinên leşkeran tên. Niha agahiya mirina gelek leşkeran heye. Wan dişînin nav berfê. Em dayik in û aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes bimire. Divê dayikên leşkeran destên xwe bidin me. Bila xwedî li aştiyê derkevin. Divê em tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe wê tecrîda li ser civakê jî bê rakirin. Em nikarin 100 salê din jî şer bijîn. Kes ji şer serkeftî derneket. Em ê herî dawî li maseyekê rûnin. Demildest bibe wê baş be.”
 
‘Bila xwedî li dayikên me zarokên me derkevin’
 
Hatîceyê di dawiyê de balkişand ser Nobetên Edaletê û wiha vegot: “Ji roja nobet hatiye destpêkirin em her roj diçin gel malbatan û bi wan re eleqeder dibin. Divê her civak bi gelê Kurd re eleqeder bibe. Grevên li girtîgehan destpê dikin li her derê belav bûne. Divê her kes piştgiriyê bide çalakiyê. Îro gel kampanya daye destpêkirin. Xweş e lê qels e. Divê hemû civak xwedî li vê derkeve. Zarokên me di grevê de ne. Belkî bi şev nikarin razên. Ez dema rondikên dayikan dibînim xemgîn dibim. Divê em xwedî li zarokên xwe û dayikên xwe derkevin.”