Jinên Mexribê li dijî kuştina sîvîlan daketin qadan

  • 15:23 16 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Mexribê ji bo protestokirina êrîşên Îsraîlê yên li dijî sivîlên li Şerîda Xezayê meşiyan. Di meşa protestoyê de jinan gotin ku Îsraîl bi guhnedana peymanên navneteweyî sûcê şer kiriye û bang kirin ku dawî li kuştina sîvîlan were.
 
Pevçûna Îsraîl û Filistînê kete roja xwe ya 10'emîn. Li gelek welatan hedefgirtina sivîl û qadên jiyanê yên li Şerîda Xazeyê, hatin protestokirin. Yek ji cihên ku xwepêşandan lê hatin lidarxistin Mexrib e.
 
Li Rabata Maxrib bi hezaran kes li hev civiyan û êrîşên Îsraîlê yên li dijî sivîlan şermezar kirin. Jinên beşdarî meşê bûn diyar kirin ku Îsraîl bi sûcên şer peymanên navneteweyî binpê dike û ji bo rawestandina êrîşên li dijî sivîlan, rakirina dorpêça li ser Xazê û vegerandina av, gaz û ceyranê banga destwerdana lezgîn kirin.