Nûnera taybet a NY’yê bang li Tirkiye û Îranê kir

  • 13:01 8 Sibat 2024
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnera Taybet a NY’yê ya Iraqê ragihand ku êrişên leşkerî yên Tirkiye û Îranê li ser xaka Herêma Federal a Kurdistanê dibin sedema fikaran û bang li welatan kir.
 
Konseya Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê êrişên Îranê yên li dijî Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê, pirsgirêkên aborî û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de hevdîtin pêk anî.
 
Nûnera taybet ya NY’yê ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert roporek pêşkêşî BMGK’ê kir. Jeanine Hennis-Plasschaert îfadekir ku rewşa Rojhilata Navîn, Iraq û Xezayê û li herêmê ji ber zêdebûna tevgerên leşkerî rewş weke xeternak pênase kir. Di heman demê de Jeanine Hennis-Plasschaert got: “Li dijî baldayîna astengkirina belavbûna pevçûnên xwecihî yên hikumeta Iraqê, di nava welat û ji derve de di berdewamiya êrîşan de li Iraqê ji derveyî biryardariya bi zorê li Iraqê hatiye pêkanîn, di nava 18 mehan de serkeftinên din ên ku bi dest xistine wê ji holê rabin.” Nûnera taybet a NY’yê ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert bi taybetî der barê Îranê de komên Şiî bi bîr xist û got: “Sedemên operasyonên komên bi çek li Iraqê siyaset û sînorên dewletê derbas dike.”
 
Jeanine Hennis-Plasschaert di axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk û Îranê anî ziman û got: “Ev êrişên dawî weke rewşeke normal dîtin, metirsiya tundiyê zêde dike.” Jeanine Hennis-Plasschaert ji bo dawî li êrîşan were bang kir.
 
Nûnera Taybet Jeanine Hennis-Plasschaert rewşa siyasî ya Iraqê jî nirxand. Jeanine Hennis-Plasschaert bal kişand ser rojeva hilbijartinên herêma Kurdistanê û got: “Li herêma Kurdistanê, ez dixwazim bi xemginî careke din hilbijartin hatiye paşxistin bînim ziman. Di destpêkê de hilbijartinên ku dihat plankirin ku di 22’ê Cotmeha 2023’an de were pêkanîn, piştî meha Mijdara 2023’an taloqî meha Sibatê hat kirin. Em niha li benda dîrokek nû ne.” Jeanine Hennis-Plasschaert got: “Jixwe nabe alîkarî ji bo ewlehiyê û sûda wê ji Iraqê re tune ye.”