Jinên efgan NY hişyar kirin ku Talîbanê rewa neke

  • 13:51 8 Sibat 2024
  • Cîhan
 
ENQERE - Jinên efgan bertek nîşanî tevlibûna Talîban a civîna dema pêş ji aliyê NY’yê ve were kirin dan. Jinan destnîşan kirin ku ev rewş Talîbanê rewa dike û NY hişyar kirin. 
 
Komeke jinên efgan ên ku ji xwe re dibêjin “Jinên Protestovan” têkildarî civîna Dohayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku dê di 17’ê sibatê de were kirin û rêveberiya Talîban jî tev li bibe, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
'Divê Talîban bê darizadnin'
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Talîban muzakereyê heq nake, li şûna vê divê were darizandin û anîn ziman ku tevli kirina civînê, Talîban rewa dike. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev rewş dê hêzê bide Talîbanê û ev tişt hate gotin: “Ev rewş rê li ber Talîbanê vedike ku ji nû ve Efganîstanê kontrol bike. Divê were fêmkirin ku ev civîn, xizmeta vê armancê dike.” 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên muxalîf yên li dijî Talîban jî, dê tevli civînê bibin û daxuyanî wiha dom kir: “Em dostên xwe yên protestovan şiyar dikin ku bila bi Talîban re bi tu awayî hevdîtinê pêk nêînin. Li şûna vê em dixwazin Talîban ji ber sûcên kirine, were darizandin. Hewldana hin jinên protestovan ên ku dixwazin bi Talîban re tev li civînê bibin, didome. Divê eşkere were zelalkirin ku tu kesên di forûman de bi Talîban re dikevin civînan, jinan an jî jinên protestovan temsîl nakin.” 
 
‘Koma sûc nûnertiya jinên efgan nake’
 
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Yên ku di bin navê temsîlkirina jinên protestovan tevli van muzakereyan dibin, têkoşîna jinan a li dijî vê koma sûcan û lêgerîna edaletê asteng dike. Ev koma sûc, nûneriya gelê efgan û taybetî jî ya jinên efgan nake û berpirsyariya encamên ji van hevdîtinan derdikeve dê li ser mile yên hevdîtinê dikin be. Em weke jin tenê dikarin li dijî Talîban têkoşîneke bibiryar nîşan bidin. Em tevlibûna ku dê zirarê bide pîvanên me red dikin. Em wek mexdûrên sîstematîk ên Talîbanê dibêjin ku divê ev kom di dadgehên navneteweyî de were darizandin. Em ji diyaloga bi Talîbanê re dibêjin na. Bijî têkoşîna jinên protestovan. Bi hêviya ku lêgerîna edalet û azadiyê ya gelê Efganîstanê bi ser bikeve.”