Li 3 herêmên Stenbolê bayê DEM Partiyê (2)

  • 09:04 23 Adar 2024
  • Dosya
Beşîktaşê wê bi DEM’ê re ‘Rihê ciwaniyê’ derxe pêş
 
STENBOL - Namzeta hevşaredariyê ya Beşîktaşê ya DEM Partiyê Yagmur Yurtsever ku bi  Meclîsa Ciwanan a HDP’ê tevli têkoşînê bû û niha namzet e, bi îdiaya ku wê bi jinên ciwan re navçeyê bi rêve bibe û bayê rihê ciwaniyê li Beşîktaşê derxe pêş, derket rê.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li sê herêmên Stenbolê xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomîne. Li bajar bendewariya hêviyê ya gelan jî mezin e. DEM Partî li 39 navçeyên bajar bi îdiayên çaeseriyê derket rê. Yek ji van navçeya jî Beşîktaş e.
 
Beşîktaş yek ji cihên ku xwendekar lê zêde ne û ji ber krîza aborî jiyan pir bihaye. 
 
Namzeta hevşaredariyê ya Beşîktaşê ya DEM Partiyê li dijî hemû pirsgirêkên navçeyê bi rihê ciwantiyê ya DEM Partiyê bû namzet. Namzet Yagmur Yurtsever bi endamtiya meclîsa jinan ketiye siyasetê û piştre di qadên cuda de xebat meşandiye. Yagmurê di vê dema ku ji hilbijartinê re demek kurt maye derî bi derî xebatên xwe dimeşîne.
 
Namzeta herêma duyemîn a DEM Partiyê Yagmur Yurtsever ji ajansa me re axivî.
 
*Hûn dikarin xwe bidin nasîn, hinekî behsa xwe bikin?
 
Ez 28 salî me. Di 2014’an de hîna meclîsa ciwanan a HDP’ê tune bû. Mi Meclîsa Ciwanan a HDK’ê nas kir. Min di 2015’an de dest bi zanîngehê kir. Di damezrînera Meclîsa Ciwanan a HDP’ê  û rêveberiya wê de min peywir girt. Ji wê rojê de ye di xebitim. Ez ji siyaseta ciwanan, têkoşîna jinên ciwan têm. Her tim wek parçeyeke têkoşîna jinan, min di qadên ekoloji, penaber û koçberan de cih girt. 
 
*Wek DEM Partî hûn bi îdiayek çawa li Beşîktaşê derketin rê? Hûn ê çawa bibin bersiva pisgirêkên gelên navçeyê?
 
Beriya her tiştî Beşîktaş, ji serhildana Geziyê heta niha hem ji bo sosyalîstan hem ji bo femînîstan, ji bo hêzên demokratîk yên civakî û muxalefeta civakî bû cihekî girîng. Ev demek dirêje em jî li navçeyê bi rêxistinin û xebatên me yên girîng li wir hene.  navçeya me ya ku şehîdên Pirsûsê Polen Unlu û Hatîce Ezgî Saadet di 7’ê Hezîranê de hildaye ye. Bi mîrateya jinên ciwan yên şoreşger di vê hilbijartinê de, me biryar da ku li gorî karekterê Beşîktaş siyaset bê kirin û got divê ji bo partiyek wisa deng bê dayîn. Ne tenê bi namzetên hevşaredariyê, bi namzetên endamên meclîsa şaredariyê em ketine pêvajoyeke xebatê ya mezin. Beşîktaş navçeyek me ya pir biha ye. Bi taybet  xwendekar, karkerên plazayê,  pir zêde li vir dijîn. 
 
Em ê bi jinên ciwan re bi rêve bibin!
 
 Bi xizaniya hatiye ferzkirin xwendekar êdî ne tenê xwendekar û ciwan in. Ji bo zanîngehê bixwînin neçar dimînin bibin karker û kedkar. Ji ber vê Beşîktaş ji navçeyeke ku ciwan lê dikarin bijîn derket. Li cihê ku mirov  jiyana xwe lê derbas dikin em wek neokteya wekheviya civakî qebûl dikin. Em ciwanan, xwendekaran dibînin û bi wan re diçin hilbijartinê û em ê bi hev re şaredariyê bi rêve bibin. Hedefa me ev e ku hewcedariyên hemû ciwanan di seride starbûn, ji bo ku hewcedarê yurdên KYK’ê nebin, bê çareserkirin. Li Beşîktaşê renge jinên ciwan gelek bi bandore. Ji ber vê em ê şaredariyê bi jinan re bi jinên ciwan re bi rêve bibin. Em ê jiyana karkerên plazayan hêsan bikin li dijî xizaniyê proje û xebatên me hene.
 
*Der barê jinan de li Beşîktaşê hedefên we çi ne?
 
 Em ji tecrubeyeke cidî ya rêveberiyên herêmî tên. Em ji kevneşopiyeke şaredariyê ya feraseteke ku hewcedariyê esas yên civakê hedef digire û bi hev re çareseriyê pêk tîne û rêxistin dike, tên. Namzeta hevşaredariyê ya Enqereyê Gultan Kişanak  nûnera herî girîng ya vê ye. Dîsa hevala me ya girtî Leyla Guven yek ji nûnera herî girînge. Em jî bi tiştên ku ji wan fêr bûne derketin rê û îro dixwazin vê li Stenbolê bikin jiyanê. Em ê bi hevserokatiyê sînor nemînin, em ê serokatiyên daîreyên jinan, xebatên jinan yên cuda, stargehên jinan, qadên îstîhdama jinan, koperatîfan, ji bo hewcedariyên xwendekaran, xebatên xwe pêş bixînin. Em şaredariyeke wisa hedef dikin.
 
*Gelên Beşîktaşê çima divê di DEM Partiyê de bên gel hev? Di vî alî de bangek we heye?
 
Em dibêjin li Stenbolê dem dema DEM Partiyê ye. Em ne tenê wek partiyekê dikevin hilbijartinê, em bi ferasteke rêveberiyên herêmî ya nû ji pêvajoyê re amade ne. Her wiha aliyekî vê yê din jî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye. Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî, bi amadekarî û xebatên ku pirsgirêkên Stenbolê digirin dest dikevin hilbijartinê.  Em amade ne ku Beşîktaşê bi gelê xwe re bi rêve bibin. Em piştgiriya dengên gelê xwe dipên.
 
Sibê:Bi israr Bakirkoyê bi rengê mor bixemilîne!