Çaviyên Mûnzûrê bi berfê xemilîn

  • 09:03 11 Çile 2024
  • Galeriya Jinê
 
Rozerîn Gultekîn
 
DÊRSÎM - Çavîyên Munzurê ku li kontarên çiyayê Munzurê cih digirin û di qirkirinê de gel di hembêza xwe de veşartin, ji efsûnan re bû mijar, li dijî rantê li ber xwe didin û di çar demsalî de bi xweşikahiya xwe bandorek mezin li ser mirovan dikin.
 
Çaviyên Munzurê yên li gundê Zireyet ya 17 km ji navçeya Pulur a Dêrsîmê dur e û çavkaniya Çemê Munzurê ava dikin, bi nasnameya xwe ya pîroz dertên pêş. Çaviyên Munzurê bi ava ji zinarên kontarê çiyayê Munzurê diherike, curebûna nebatên derdorê û sulava xweşikahiyek bi heybet pêşkêş dikin, mîvanên xwe ji bo daxwazên tên dihewîne û mêvan di çaviyên zinaran de ji bo daxwazên wan bên cih findan pêdixin. Li gorî efsûnan Çavîyên Munzurê, wisa pêk hatine; li gündeki kontarên çiya, satila di destê şivanê bi navê Munzur de dikeve û şîrê di satilê de dirêje. Piştî şîr dirije, ji erde av dertê û wisa çavî dertên holê.
 
Encama berxwedanê de projeya rantê betal bû
 
Her sal ji Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên cîhanê kes tên Dêrsîmê.Yek cihê pîroz yên Dêrsîmê çavî ne. Lê bi hinceta ‘qirêjiya derdorê çareser bikin’ di bin kordîneya Walîtîya Dêrsîmê de ji aliyê Ajansa Pêşvebirina Firatê (FKA) ve proje hat amadekirin. Proje di hezîrana 2019’an de ji aliyê Lijneya Herêmî ya Parastina Hebûnên Çandî ya Erziromê ve hat erêkirin. Ji bo projeyê wê 8 mîlyon lira bê xerckirin. Ji bo projeyê bi gelê herêmê re hevkarî nehat kirin û di çarçoveya projeyê de du piren çelîk yên ser ava Munzurê, du otopark, unîteyên standa campîng, cihên seyran û serjêkirina qurbanan dihat plankirin. Dihat armanckirin ku ketina çaviyan jî bi pere be. Ji bo projeyê parêzeran serlêdan kirin. Ligel serlêdana ku ev proje bê rawestandin, ji bo betalkirinê jî li 13’emîn Daîreya Daniştayê doz hat vekirin. Di encama dozê de dadgehê biryara betalkirina projeyê da.
 
 
Tevî her tiştî hebûna xwe diparêze
 
Li qadê 40 heb çavî hene. Li qadê Qada Sirbûnê jî cih digire. Yên tên serdana çaviyan daxwazên xwe pêşniyaz dikin û findan pêdixin. Çaviyên Munzurê ku li kontarên çiyayê Munzurê cih digirin û di qirkirinê de gel di hembêza xwe de veşartin, ji esfûnan re bûne mijar, li dijî rantê li ber xwe didin û di çar demsalî de bi xweşikbûn û heybeta xwe bandorek mezin li ser mirovan dihêlin.