Li Rihayê xebatên hilbijartinê didomin

  • 18:23 28 Adar 2024
  • Ramyarî
RIHA - Li Riha û navçeyên wê xebatên hilbijartinê bê navber didomin û namzetên hevşaredariyê piştgiriya welatiyan dixwazin.
 
Ji hilbijartinê re du roj man û xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê li her dere didomin. Li Riha û navçeyên wê xebat didomin. 
 
Serêkaniyê
 
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Rahşan Yazar û Ûgûr Kahraman ên Serêkaniyê serdana dikandaran û malan kirin û piştre xebatên xwe yên hilbijartinê li gundan berdewam kirin. Namzetên ku li gundê Xirbesûfê ji aliyê welatiyan ve bi coş hatin pêşwazîkirin, mal bi mal geriyan. Di serdanê de yek ji malbatên qelebalix ên gund ragihand ku ew tev li DEM Partiyê bûne. 
 
Pirsûs
 
Namzetên hevşaredariyê yên Pirsûsê jî piştî serdana Bazara Heywanan li Taxa Sarayaltî û Dîkîliyê dikandaran ziyaret kirin. Namzetên ku li gel rêveberên navçeyê yên DEM Partiyê û komeke qelebalix a xebatê ya ji dilxwazan pêkhatî geriya, bi coş hatin pêşwazîkirin. Li standa ku li navenda navçeyê hat vekirin, belavok û posterên DEM Partiyê hatin belavkirin. 
 
Eyyubiye
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer li navçeya Eyyubiyeyê beşdarî xebatan bû. Ozer tevî namzetên şaredariyê Adalet Erîş û Halîl Akbaş, li gundên Tûmpa û Kaplanê bi welatiyan re hatin cem hev. Gelek welatiyên li gund diyar kirin ku ew li benda şaredarîvaniya DEM Partiyê ne.
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celalettîn Erkmen jî piştgirî da xebatên li navçeya Karakopruyê. Namzet tevî komeke qelebalix çûn serdana Odeya Dermansazan û ji vir jî çûn Sîteya Tomerîfiroşan. 
 
Her wiha li ber navenda karsaziyê ya Ahmet Bahçivan stand hat vekirin û li vir broşur hatin belavkirin.