YSK: Jimartina dengan wê bê navber bê kirin

  • 22:05 28 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YSK’ê der barê hilbijartinên herêmî de yên 31’ê Adarê de ragîhand ku  ‘jimartina dengan û kirarî wê bê navber bên kirin.’
 
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), bersiv da nivîsa ku Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Bahçe şandiye.  Di nivîsa ji bo YSK’ê hatibû şandin de hat gotin ku li gorî pîvanên sindoqan ji 17.00’an şûnde wê jimartin destpê bikin lê ji ber Remezanê bi avê vekirina rojiyê wê jimartinek baş neye kirin û hat pirsin gelo wê peywirdar saeta fitarê de navberekê bidin an na. 
 
YSK’ê mijar nirxand û got wê jimartina dengan û kiranî bê navber bên meşandin.