Li Girtîgehên Anatolyaya Navîn herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye

  • 20:04 19 Nîsan 2024
  • Rojane
ENQERE - Li gorî rapora Girtîgehên Anatolyaya Navîn a sala 2023'yan a Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, di 2023'yan de li girtîgehên cuda herî kêm 42 girtî jiyana xwe ji dest dane.
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, "Rapora Sala 2023'yan a Girtîgehên Anatolyaya Navîn" eşkere kir. Rapor, li Şaxa ÎHD a Enqereyê bi rêya çapemeniyê hat ragihandin. Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen û Hevserokê ÎHD a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci raporê xwendin.
 
Nurayê bal kişand ser binpêkirinên mafan û bêhiqûqîtiyan ên li girtîgehan û got: "Di sala 2023'yan de ji44 girtîgehên vekirî û girtî yên Anatolyaya Navîn 510 kesan serî li wan daye û ji girtîgehên herêmên din jî, ji 31 girtîgehên vekirî û girtî 97 kesan serî li wan daye.Di  sala 2023'yan de li girtîgehên cuda herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan daneyên der barê girtiyên jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve nake û van agahiyên wan payê kirine jî wan bi xwe ji çavkaniyên eşkere, bi rêya çapemeniyê û ji kesên serî li wan dane berhev kirine. Ji ber polîtîkayên tecrîdê li girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kiriye û got ku li girtîgehan herî kêm hezar û 587 binpêkirinên mafên tenduristiyê rû dane.”
 
Omer Faruk jî da zanîn ku li girtîgehên Anatolyaya Navîn, di mehên Çile-Sibat-Adarê yên sala 2023'yan de 256 binpêkirinên mafan û di Nîsan-Gulan-Hezîranê de 357 binpêkirinên mafan, di Tîrmeh-Tebax-Îlonê de 83 binpêkirinên mafan û di Cotmeh-Mijdar-Kanûnê de jî 39 binpêkirinên mafan û bi giştî 735 binpêkirinên mafan rû dane.
 
Omer Faruk paşê encama raporê û pêşniyazan a rapor eşkere kir û bal kişand ser binpêkirinên di warê dermankirin û ragihandinê yên li girtîgehan.