Êrîşê Israîlê yên li hember Fîlîstînê didomin: 34 hezar kes hatin qetilkirin

  • 20:05 19 Nîsan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê da zanîn ku di êrîşên Israîlê yên ku 196 roje didome de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 34 hezar û 12’an.
 
Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê daxuyaniyek da û der barê êrîşên Israîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha didome de agahî da. Wezaretê daxuhand ku  di êrîşên Israîlê yên ku 196 roje didome de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 34 hezar û 12’an û ya birîndaran jî 76 hezar û 833 ye