Duh Lozan îro Astana

  • 09:05 28 Tîrmeh 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
“Duh Lozan îro Astana! Helbestkarê Fransî gotiye birînên min beriya ez bêm dinê hebûn, ji bo wan di bedena xwe de bihewînim hatime dinê. Ev gotin wekê ji me Kurdan re hatiye gotinê. 100 sal, li ser ziman jî ne hêsane!”
 
Leyla Guven 
 
Duh Lozan îro Astana! Helbestkarê Fransî gotiye birînên min beriya ez bêm dinê hebûn, ji bo wan di bedena xwe de bihewînim hatime dinê. Ev gotin wekê ji me Kurdan re hatiye gotinê. 100 sal, li ser ziman jî ne hêsane! Lê pirsgirê Kurd sed sale heye.  Gelê ku di şertên heyî de dihat gotin wê tune bibe, 100 sale berxwe dide û ev rewşek bi nirx e. Bêguman hem li cîhan hem li Rojhilata Navîn di sedsalî de pir tişt guherî. Bi başî nebaşî, êş û xweşî, hêrs û qederê wek çem têkoşîna me herikî û diherike.
 
Bi gur dixwin bi berxikê digirîn
 
Heman konsept îro jî berdewam dike. Di hevsengiya Rojhilata Navîn û pirgirêka kurd de 100 sal berê jî welatên aktor DYA, Rûsya, Îngîlîstan, Fransa, Almanya û welatên emperyalîst bûn. Îro jî heman welat bi gur dixwin, bi berxikê digirîn. Bi teknolojiya pêş ketiye re geşedanên cîhanê di asta global de bi leza ronahiyê belav dibe. Êdî her kes dizane di bagaza dîrokî ya welatan de çi heye.
 
Gelo çiqas objektîf in
 
Taybetiya esas a dîroknas bêguman bê alîbûna ne. Lê mijara nîqaşê ye ku mirov çiqas bê alî tevdigerin. Dîroka kurdan jî her tim biyaniyan nivîsî, ereb, fars, osmanî, rûs û ewropayiyan. Kurd di Îmratoriya Osmaniyan bi tirkan re û li Îranê jî bi Farsan re, li Irak û Sûriyeyê jî bi ereban re jiyan û li dijî vê dîroknasên ereb, tirk û fars, dema dîroka kurdan nivîsîn gelo çiqas objektîf bûn? Mînak piraniya dîroknasên tirk yên çîroka Tirkên çiyan nivîsîn xwedî unvana profesoriyê ne.
 
Bi agahiyên derew û şaş îtîbar nakin
 
Dîroknasên kurd di 40-50 salên dawî de hewldanek mezin nîşan dan û dîroka rast a kurdan û iştên jiyane lêkolîn kirin û hewl dan derxin holê. Wekê ku salên vala derbas bûne tije bikin û ji bo xebatek objektîf bimeşînin hewldanên mezin kirin. Di vê mijarê de Nacî Kutlay, Kasim Engîn, Faîk Bulu, Ethem Xemgîn, Cîgerxwîn, Ahmedê Xanê û hîna gelek dîroknasên kurd ked û hewldanek mezin dan û agahî û zanînên bi nirx derxistin holê. Herî dawî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di esasa agahiyên dîrokî yên girîng de ji rastiya Kurdistanê re dibe rehber. Gelê Kurd êdî ji civaka xwezayî heta îro dîroka xwe dizane. Rêbertî dibêje ‘Dewlet tiştên li ser navê wan tên nivîsin hemûyan berovajî dikin û dixwînin’. Ji ber rastî ji aliyê serdestan ve hatine berovajîkirin. Ji ber vê jî gelê me tu carê bi agahiyên derew û şaş îtîbar nakin.
 
Li dijî Gelê Kurd şerê piralî hat destpêkirin
 
Di dema serhidlanên rewa û mafdar yên Gelê Kurde ji ber qelsiyan şikestin hebin jî di esasê de qedera ku serdestan ji bo wan xêz kirine red kirine û di riya xwe de berdewam kirine. Di pirsgirêka kurd de Peyma ku 100 sale teşe kiriye, di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li bajarê Lozan a Swîsreyê hat îmzekirin û welatê Gelê Kurd li çar parçeyan hat parçekirin. Bi vê peymanê re şikestina herî mezin hat jiyîn. Li ser navê Tirkiyeyê Îsmet Înonu ya li ser maseyê rûnişt ku bi eslê xwe ji Bedlîsê bû û dewletê tercîh kir ku ji Meletiyê be, di dema muzakereyê de  xalên li hesabên wî tên dibihîze, erê dike lê xalên ne li gorî hesabên wî ne nabihîze, guhê xwe digire û rewşê îdare dike. Bi vê peymanê re qirkirina Kurdan bi alî destpê kiriye. Konsepta pêş ketiye, kurdên li nav sînorê çar welatan mane, bi her awayî hatine asîmîlekirin. Ev rewş ewil bi ziman û çandê hatiye destpêkirin. Ji ber ku kesên ziman û çanda xwe winda bikin her tiştê xwe winda dikin. Li dijî kurdan pir alî şer hatiye destpêkirin.
 
Gelê Kurd gelê herî rêxistinkirî yê Rojhilata Navîn e
 
Ji Plana Şark Islahat heta Îttîhatî Terakiyê, ji alayên Hamidiyê heta  waliyên rayeya taybet, ji OHAL’ê heta valakirina gundan û hîna gelek dijhiqûqiyên din, pêkanînên dijqanûnî bûne mijara gotinê. Bi vî awayî digotin wê kurdan tune bikin yanî bikin tirk. Ji ber ku di vê mijarê de gelên ku hatibûn tunekirin hebûn. Mixabin kurd jî girtibûn gel xwe û bi ‘wekheviya ol’ li hember ermenî, suyanî, keldanî, nasturî, êzidî û elewiyan ev kiribûn. Lîstikên Osmanî yên ‘tevlihev bike, bide xebitandin, bihev bide şikandin’ heta dema Komarê zêde bûye û berdewam kiriye.
 
Rêberê Gelê Kurd teslîmê Tirkiyeyê kirin 
 
Îro êdî Gelê Kurd gelê herî rêxistinkirî û dînamîk ê Rojhilata Navîn e. Ev rihê rêxistinkirî ewil di têkoşîna Başûr de ji çar parçeyê bi berxwedana pêşmergeyan derket holê.  Piştre li Rojava bi pêşengiya jinê û bi piştevaniyeke mezin a enternasyonal ya ku hêvî û sempatî afiran hat jiyîn. Gelê me êdî li dijî zilm rabû ser piyan. Gelê Kurd êdî ne di asta 100 sal berê deye. Gelê Kurd dizane ku hêzên ku sed sal berê welatê wan li çar parçeyan veqetandin û di 1999’an de Rêberê Gelê Kurd teslîmê Tirkiyeyê kirine heman hêz in.
 
Wê tu car dest ji bo Lozanên nû neyê dayîn
 
Ya Gelê Kurd jî, pergala wan ya netew-demokartîk a bi paradîgma azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk ava bûye, heye.  Ev pergal ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo hemû gel û baweriyên li Rojhilata Navîn dijîn, modeleke ku dikarin bi awayekî azad xwe îfade bikin e. Ev civaka li Rojava ku avakirina wê dest pêkiriye, bi saya perspektîfa azadîxwaz, pergaleke ku dikare xwe biparêze û têrî xwe dike, afirandiye. Êdî wê hêzên dagirker, emperyalîst, oryantalîst wê nikaribin wisa bi rehetî bên erdnîgariya me û li ser me bin. Di serî de jinên kurd û ciwanên kurd wê tu carê destur nede Lozanên nû. Ger ku dilê wan bixwaze êşên Gelê Kurd fêm bikin, neçarin statuya kurdan li her çar parçeyê Kurdsitanê nas bikin. Ev statu ne diyariya serdestane. Ev deynê serdestan a ji bo malbata me ya bi Lozanê li çar parçeyan hatiye veqetandinê ye.  An serkeftin an serkeftin.
 
* Girtîgeha Jinan a Xarpêtê