Pênûsa Gurbetelliyê li erdê nema

  • 09:03 7 Cotmeh 2023
  • Portre
 
 
NAVENDA NÛÇEYA - Gurbetellî ku bi gotinên ‘Tû heyî ji bo ku ya nu bijî? Di bin ronahiya heyvê de binivisî?  Ji bo gerê amade ye? Ji bo stranê bêjî amade ye? Ez heme heme di riya te de ji bo azadiyê heme.’ bang li jinan kir di ser qetilkirina wê re 26 sal der bas bû. Riya ku Gurbetellî pêşengtiy wê kir, ji bhezaran rojnamegerên jin re dibe çira û rojnamegerên jin pênûsa wê hil didin. 
 
 Rojnameger Gurbetellî Ersoz li Kurdistan û Tirkiyeyê yekem gerînendeya giştî ya weşanê bû. Li pey xwe mîrateyeke girîng ji bo rojnamevaniya azad hişt. Gurbetellî, zaneya jiyana azad, afrînera di oxira lêgerîna heqîqetê de, bû pêşenga têkoşîna azadiya jinê. Gurbetellî, bi kesayeta xwe ya pêşeng, li dijî pîvan û kevneşopiyên paşverû yên civakî, li dijî hişmendiya serdest a medyaya mêr û pergala wê ya desthilatdar bi estetîk û fikra jinê, bi pênûsa xwe bû avakera jiyana azad. 
 
Şopdara heqîqetê Gurbetellî, di 7’ê cotmeha 1997’an de, bi komek hevalên xwe re li başûrê Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest da û tevlî karwanê nemiran bû. Gurbetellî, ne ji bo hemû jinan ji bo rojnamevanên jin bû çirayeke jiyanê.
 
Gurbetellî  di 11’ê Tîrmeha 1965’an de li gundê Akbulut ê Palu ya Elezîzê hat dinê. Dema hat dinê bavê wê li Almanyayê wek karker dixebitî. Ji ber wê jî navê wê kirin Gurbetellî. Di dibistanan seretayî de ji ber gotinên wê yên kurdî di navbera hevokan de derbas dibin, ferq dike ku heval û mamosteyên wê fêm nakin û ew jî matmayî dimîne. Piştî Gurbetellî fêm dike li dibistanê zimanê wê cuda ye pirsên çima, ji bo çi dipirse. 
 
Gurbetellî ku dixwaze rojnamegerî an jî siyasetê bixwîne, li Zanîngeha Çukurovayê di Beşa Kîmyayê ya Fakulteya Wêje û Fenê de dixwîne. Piştî zanîngehê diqedîne li Enstutiya Zanistên Fenê ya Çukurovayê li ser ‘Enerjî û Derdorê’ lîsansa bilind dike û gelek ji laboratuvarê hez dike. Di 1983’an de yekemÎn rêxistibûna xwendekarên welatparêz li Zanîngeha Çukurovayê dike.
 
Berê xwe da Ozgur Gundemê
 
Gurbetellî dema rojnamegeriyê dike di 10’ê Kanûna 1990’an de tê binçvkirin û 15 rojan binçavan de dimîne û îşkenceyên giran lê tê kirin. 
 
Di dîroka çapemeniya Tiriyeyê de gavek nû
 
Gurbetellî di rojnameya Ozgur Gundem ya di 26’ê nîsana 1993’yan de bi dirûşmeya "Rastî di tariyê de namînin" de dest bi weşanê kir de, dest bi xebatê kir û bû gerînendeya giştî. Di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de ev yek bû û cara yekem jinek bibû gerînendeya giştî. 
 
Ji nûve îşkence û girtîgeh
 
Di 10’ê Kanûna 1993’an de di roja Mafên Mirovan a Cîhanê de bi ser buroya Ozgur Gundemê de tê girtin, Gurbetellî bi hevalên xwe yên din re tê binçavkirin û tê girtin. 13 rojan di bin çavan de rastî îşkenceyan tê. Dişînin girtîgeha Sagmacilar. Di hezîrana 1994’an de tê berdan. Dîsa xebatên xwe yên rojnamegeriyê dimeşîne.
 
‘Ev agir wê we jî bişewitîne’
 
 Di 3’ê Kanûna 1994’an de li hember buroya Ozgur Gundem a Kadirga a Stenbolê êrîşa bombeyi pêk tê. Di êrîşê de Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 rojnameger birîndar bûn. Roja din Gurbetellî Ersoz wêneyên buroyê xwe çap kir û ev sernav avêt: “Wê ev agir we jî bişewitîne.”
Rojnameger û nivîskar Nadîre Mater baldikşîne ser gotinên Gurbettelî yên wekê ‘Çernobîl û Halepçe di jiyana min de nokteyên girîngin. Kîmyagerên divê herî zêde bi van mijaran re eleqeder bûna ez matmayî hiştim. Ez her tim dibêjim ez çi bikim çawa bikim.’ Nadîreyê da zanîn ku kengê behsa Çernobîl û Halepçeyê bê kirin Gurbetelî tê bîra wê.
 
Hevalê wê yê xebatê Huseyî Aykol jî di axaftinek der barê Gurbetellî de wiha digot: “Di demên zor û zehmet tevî hemû êrîşên dewletê wê di rojnameyê de dîrok nivîsî. Yekemîn Gerînendeya giştî ya jin a Tirkiyeyê bû.  Her tiştên dihat pirskirin teqez pir baş nîşe digirt. Pêşa nîşeyên xwe bernedida. Pir samîmî û hevlaek jîr bû.”
 
‘Bi biryar û wêrek bû’
 
Parêzer Eren Keskîn jî ji bo Gurbetellî wiha digot: “Gurbetellî jinek pir narîn û delal bû. Bi biryar û wêrek bû. Kê ew nas bikira ev taybetiyên wê hema hîs dikir. Beriya rojnameyê du salan girtî mabû. Îşkene lê hatibûn kirin. Lê wê binpêkirinên li Kurdistanê wek peywir da ber xwe.Ez  parêzera rojnameyê bû. Her tim diçûm wir. Di nav karekî ewqas zehmet de pir wêrek bû.” 
 
 Min dilê xwe li çiyan nexş kir
 
Rojnivîskên Gurbetellî piştî hat qetilkirin rojnivîska ku di navbera salên 1995 û 1997’an de nivîsî, piştre pirtûka bi navê “Rojnivîska Gurbet Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand” hat çapkirin. Gurbetellî di rojnivîska xwe de ji bo jinan wiha dibêje: “Tû heye ku ya nu bijî? Di bin ronahiya heyvê de binivisî?  Ji bo gerê amadeye? Ji bo stranê bêjî amadeye? Ez heme heme di riya te de  ji bo azadiyê heme.”
7'ê Cotmehê ku roja Gurbetellî hat qetikirin bi salane wek wekî Roja Rojnamevaniya Jinên Kurd hate ragihandin.