Bêyî Hevrînê 4 sal...

  • 09:03 12 Cotmeh 2023
  • Portre
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevrîn Xelef 4 sal berê  ji aliyê çeteyên ‘Ehrar El Şerqiye’ ku Tirkiyeyê piştgirî didayê, ve hat qetilkirin. Di ser qetilkirina wê re 4 sal derbas bûn. hevalên wê têkoşîna Hevrînê didomînin.
 
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an da Şoreşa Rojava pêk hat û li dijî pergala kapîtalîst a netew dewletan pergalek alternatîf derket holê. Bi perspektîfa netewa demokratîk a paradîgma azadîxwaz a jinê ekolojîk û demokartîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, re gav bi gav pergal hat avakirin û ji bo gelan bû hêvî. 
 
Jinan di pêvajoya şoreşê û pêvajoya jiyana nû de rolek girîng lîstin û şoreşa Rojava di heman demê de wek şoreşa jinê jî tê venasîn.  Şoreşa Rojava ku li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, ji bo hemû jinên cîhanê bû îlham.
 
Bi şoreşa Rojava re, yek mînakên herî girîng Hevrîn Xelef li her qada jiyanê jin rêxistin kirin û bû mînak ku jin bibin pêşeng.
 
Bi şoreşê re jinên ji têkoşîna azadiyê û jinan re ji avakirina jiyana nû re pêşengî kirin bûn hedef. Hewldanên Tirkiyeyê yên li hember tûnekirina destkeftiyên şoreşê ji wê rojê de didomin. Di êrîşeke wan de Hevrîn Xelef hat qetilkirin.
 
Gelo Hevrîn Xelef kî ye? Hevrîn Xelef di 12'ê Cotmeha 2019 'an de li ser rêya M4 ji aliyê komên girêdayî dewlata tirk ve bi hovane hate qetilkirin. Hevrîn Xelef Endama Desteya Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşeroj a Sûriyeyê bû. Hevrîn Xelef di sala 1983'yan de li bajarê Dêrikê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. 
 
Hevrînê dibistana xwe ya seretayî, amedekarî û navîn li dibistanên bajarê Dêrikê xwend. Hevrîn piştî xwendina xwe ya zanîngehê, endezyariya çandiniyê derbasî bajarê Helebê bû. Hevrîn bi destpêkirina şoreşa Rojava re di 19'ê Tîrmeha 2012'an de bi awayekî çalak beşdarî şoreşê bû. Hevrînê di demêk kin de erka rêvebirina encumena aborî li bajarê Qamişloyê kir. Hevrîn Xelef a ku bi awayekî çalak di nava kar û xebatan de cihê xwe girt ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve hat qetilkirin.
 
Şoreşa jinê xeyala wê bû...
 
Piştî qetilkirina Hevrînê, hevalek wê ku Hevrîn vegot diyar kir ku şoreşa jinê xeyala Hevrînê bûye û ji ber vê jî bi baweriyek mezin di xebatan de cih girtiye û bi taybet jî di xebatên nav gelê Ereb de cih girtiye, çanda netewa demokratîk bi wan daye nasîn, felsefeya jiyana zad bi wan re parve kiriye.
 
Navê wê li Fransayê dan qadekê
 
Xebat û bandora Hevrînê tenê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sînor nema. Piştî qetilkirina Hevrînê navê wê li bajarê Lyon yê Fransayê li qadeke taxa Guîllotîere hat kirin.
 
Tirkiyeyê dîplome da kujer
 
Têkoşîna ku Hevrînê ji bo gelan û jinan da bandorek mezin li cîhanê kir. Tirkiyeyê çawa bi destê komên ku piştgirî didayê, Hevrîn qetil kir, ji bo parastina kujer jî hewldanên xwe domand. Kujer Ebû Şeqra ji zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê mezun bû û dîplome girt.
 
Têkoşîna Hevrînê didomînin
 
Di ser qetilkirina Hevrînê re 4 sal derbas bûn. Lê di van 4 salan de êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.  Tevî hemû êrîşan têkoşîn j bê navber didome. Jin li her derê xwedî li têkoşîna Hevrînê derdikevin û di parastina destkeftiyên şoreşê de bi israr in.