DEM Partiyiyan daxwazên gel guhdar kir

  • 18:26 28 Adar 2024
  • Ramyarî
AMED - Di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî de heyeta DEM Partiyê li Pasûr a Amedê serdan pêk anîn û heyet ji aliye gel ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin.
 
Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma. Kelecana hilbijartinê her diçe zêd dibe. Heyet aku parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglu, rêveberên DEM Partiyê jî têde cih digirtin çûn navçeya Pasûrtê û bi gel re hatin gel hev.
 
Namzetê Pasûrê Murat Îpek jî di serdanê de cih girti û banga çûyîna ser sindoqan li gel kirin. Jin û ciawnan di serdanê de daxwazên xwe anîn ziman.
 
Heyet piştre çû nexweşxanê û nexweş ziyaret kirin û pirsgirêkên wan guhdar kirin.