Leyla Zana: Bila tenê dengekî me jî ji wan re neçe

  • 14:24 29 Adar 2024
  • Ramyarî
 
ŞIRNEX - Siyasetmedar Leyla Zana ya li Dêrgûlê bi gel re hat ba hevdu wiha got:"Li herkesî bigerin bila herin ser sindoqan. Em nanê xwe û ava xwe parve bikin lê belê ne îradeya xwe."
 
Siyasetmedara kurd Leyla Zana, Çaglar Demirel, Cemile Turhalli Balsak, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dêrgûla Şirnexê hevdîtina gel kirin. Berî Leyla biçe li be avahiya DEM Partiyê gelek kes ji bo pêşwazîkirinê li hêviya Leyla Zana man. Ji parlamenterên DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Newroz Uysal Aslan û Zeki Irmez, her wiha rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê jî tevli bernameya hevdîtinê bûn. 
 
Li ber DEM Partiyê welatiyên temenmezin bi telefonê ji xizmên xwe re wiha digotin:"Îro Leyla Zana tê. Nerin nimêja înê Leyla ji bo me ferztir e." Dema Leyla û heyeta pê re ket bajarokê Leyla bi çepikan hat pêşwazîkirin. Dema Leylayê silav da hêsirê dayikekê hat xwarê. 
 
'Bila tengê dengekî me jî ji wan re neçe' 
 
Leylaya li vir axivî banga çûyina ser sindoqan kir û wiha got:"Divê em li her kesî bigerin ji bo ku biçin ser sindoqan. Ev serdema, serdema partiya me ye. Ji partiyên sîstemê tenê dengek tê. Navên wan çi be ferq nake hemû li dijî kurdan e. Em bên gel hevdu û bila dengekî me jî ji wan re neçe. Bila di vê serdemê de îradeya me nekeve destê kesekî. Em nanê xwe û ava xwe parve bikin lê belê ne îradeya xwe."
 
Girseyê tim dirûşma "Dêrgûl bi te serbilind e" berz kir. 
 
Leyla û heyeta pê re piştre derbasî Şirnexê bûn.