‘Rêxistinbûna civakî wê pêşî li tundiyê bigire’

  • 09:04 20 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Endamên meclîsa şardariyê ya DEM Partiyî, bertek nîşanê tacîza çawîşê pispor a li Şirnexê dan û diyar kirin wê rêxistinbûna civakî pêşî li tundiya polîs û leşkeran bigire.
 
Li Şirnexê di 12’ê Nîsanê de pisporê çawîş Zekeriya Çelîk jinek tacîz kir. Piştî kesên derdorê li bûyerê haydar bûn, li hember çawîşê pispor parastina cewherî bi kar anîn.  
 
Zekeriya Çelîk ku hat binçavkirin di 17’ê Nîsanê de ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulh a Şirnexê ve ji sûcê ‘êrîşa zayendî’ hat girtin. Gumanbar bi gotinên ‘Ez kesekî di pîşeya xwe de têm hezkirinê. Ez di peywira xwe de serkeftî bû û hefteyek şûnde diketim ezmûna paye bilind.’Jinan bertekên mezin nîşanê parastina wî dan.
 
Endamên Meclîsa Şaredariya Mêrdînê bertek nîşanê tacîza çawîşê pispor dan.
 
‘Jin parastina cewherî dikin civakî’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Şemrexê Seher Şan balkişand ser bûyera tacîza li Şirnexê û got: “Ev bûyerên li Kurdistanê nayên qebûlkirin. Çawîşê pispor hat girtin û ev bi saya gel pêk hat. Parastina cewherî pêk nehatiba wê serê bûyerê bihata girtin. Divê jin li her derê parastina cewherî bike. Jin parastina cewherî civakî dikin.”
 
‘Rêxistinbûn wê wek qêrînekê derkeve holê’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Artukluyê Hevîn Turk jî wiha got: “Gel li dijî bêcezahiştinê refleks nîşan daye. Ev bertekek di cih de ye. Qêrînek mijara gotinê ye. Gel qadên rêxistinbûnê bilind kiriye. Bi saya berteka gel çawîşê pispor ê gumanbar hatiye girtin. Rêxistinbûn wê wek qêrînekê derkeve holê.”
 
Endama Meclîsa Şaredariya Artukluyê Îpek Uyman jî bertek nîşanê mijarê da û da zanîn ku tundiya leşker û polîsan a li Kurdistanê carek din derketiye holê. Îpekê got ger ku parastina cewherî nehata bikaranîn wê serê bûyerê bihata girtin û anî ziman ku divê jin bêdeng nemînin.