Li dijî şer piştevaniya jinê girîng e!

  • 09:04 14 Mijdar 2023
  • Rojane
Nazlican Nûjin Yildiz 
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku di şer û pevçûnên dawî de jî weke hemû şeran jin û zarok bûne hedef û destnîşan kirin ku divê jinên Filistînî û Îsraîlî hevkariyê bikin û jinên din ên cîhanê bi wan re piştevaniyê bixin.
 
Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê ji 7'ê Cotmehê û vir ve dewam dikin. Di êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 11 hezar kes mirin. Li ser mijara êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê nirxandin hat kirin.
 
Bal hat kişandi ser pêşengtiya jinên Rojava
 
Nivîskar Ayşe Dûzkan, diyar kir ku di şer de her tim behsa rewşa jinê tê kirin, lê ev konsepteke şer a kevnar e û destnîşan kir ku jin niha wekî kirdeya şer in û mînaka herî baş a vê li Rojava tê dîtin. Di heman demê de divê sivîlên li wir dijîn jî neyên kuştin. Xeza cihekî ku nifûsa lê ciwan in. Gelek zarok bi rêbazên hovane hatin qetilkirin. Bi baweriya min dê li herdu erdnîgariyên ku ji mînakên dawî yên kolonyalîzmê ên cîhanê ne, berxwedan bi ser keve. Ji bo afirandina cîhaneke cuda li Rojavayê Asyayê ku di heman demê de azadiya jinê û wekheviya jinê jî tê de ye. Ji bo vê jî ez di wê baweriyê de me ku serkeftina van her du berxwedanan wê gelekî girîng be. Ji xeynî vê, destavêtin û tacîz wekî rêbazek şer tê bikar anîn, lê di heman demê de çîrokên ku qet neqewimîne, li ser hesasiyetên me yên femînîst ên ku ji hêla kolonyalîstan ve wekî amûr tên bikaranîn têne çêkirin. Ji ber ku Îsraîl maşîneyeke mezin a propagandaya reş e. Di vê mijarê de hişyariyên femînîstên Ereb hene. "Ew dibêjin femînîzm ne amûrek kolonyalîzmê ye," 
 
 
Girîngiya piştevaniyê
Ji Weqfa Piştevaniya Jinan a Enqereyê îlgî Kahraman jî diyar kir ku di vê heyamê de bi awayekî sîtematîk şîdet li jinan tê kirin û wiha got: “Me berê jî li Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî ev yek dît. Dema ku behsa şer tê kirin, em vê dîsa di pevçûna di navbera Filistîn û Îsraîlê de dibînin. Mixabin şer rasterast jiyana jinan dike hedef. Bi rastî jî şer bi bedena wan didome. Li gorî min divê em hemû li dijî vê yekê li Tirkiyeyê piştevaniya xwe mezin bikin."
 
Divê jinên Îsraîlî û Filistînî bi hev re hevkariyê bikin…
 
Seroka Rûmetê ya Komeleya Mala Çanda Jinê ya Çigli Evka 2 (ÇEKEV) û Aktîvîsta Platforma Jinan a Çigliyê Kizbes Aydin jî diyar kir ku di her şerî de jin û zarok tên mexdûrkirin û diyar kir ku di şeran de jin weke "xenîmet" tên dîtin. Kizbesê got, “Li welatekî dagirkirî tecawiz li jinan tê kirin. Di vê wateyê de hem li Filistîn û hem jî li Îsraîlê jin dibin qurbaniyên şerê mêran. Ew dibin mexdûrên pevçûneke ku nebûn sedema wê. Ji ber vê yekê divê jinên îsraîlî û filistînî hevgirtinê nîşan bidin û jinên cîhanê jî bi wan re bibin yek û ji bo ku jin berdêla vî şerî nedin, tiştekî bikin."
 
'Divê jin xeta duyemîn ava bikin'
 
Kizbesê anî ziman ku di şerê navbera Îsraîl û Fîlîstînê de zîhniyeta serdest a mêr li her du aliyan serdest e û wiha got: “Ev zîhniyeta mêraniyê jinan dike hedef. Dema jin dibin hedef, jin dîsa dibin mexdûrên şer û aliyên şer di wateya baviksalarî de li hev kirine û di zihniyetê de bûne dost. Divê jin xeta duyemîn ava bikin. Şer û pevçûnan tu carî bextewarî ji jinan re neaniye û dê nayene. Ji ber vê yekê ez dibêjim bijî hevgirtina jinan."