Ji bo Meşa Gemlîkê bang: Em azadiya serokatiya xwe pêk bînin

  • 09:08 15 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Hevseroka MEBYA-DER'ê ya Amedê Semîre Akkoç der barê Meşa Gemlîkê ya bi dirûşmeya ‘Meşa Azadiyê’ pêk tê axivî û wiha bang kir: “Ez bang li hemû jin û ciwanan dikim. Em tecrîda li ser serokatiya xwe bişkînin û azadiya wî pêk bînin.”
 
33 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û serlêdanên malbat û parêzeran bêyî hincet tên redkirin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyên di Dergûşa Şaristaniyan de (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya Malbat û Girtiyan (TUHAY-DER) wê di 18’ê mijdarê de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li navçeya Gemlîk a Bursayê "Meşa azadiyê" pêk bê. Hevseroka Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyên di Dergûşa Şaristaniyan de (MEBYA-DER), a Amedê Semîre Akkoç der barê meşê de axivî.
 
‘Serokatiya me azad be em ê jî azad bin’
 
Semîreyê destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandor li ser hemû aliyê civakê kiriye û wiha dirêjî dayê: “33 meh in tu agahî jê nayê girtin. Nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji bo vê çi ji destê me tê divê em bikin. Divê em vê tecrîdê bişkînin. Em divê xwedî li serokatiya xwe derkevin. Divê hemû cîhan rabe ser piyan. Divê gelê me rabe ser piyan. Gelê me jî di bin tecrîdê de ye. 25 sal in serokatiya me girtiye. 33 meh in agahî jê nayê girtin. Ev nikare bê qebûlkirin.”
 
‘Em di 18’ê Mijdarê de bimeşin Gemlîkê’
 
Semîreyê der barê çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li gelek welatan hatiye destpêkirin axivî û wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Yek ji van xebatan di rojên borî de li Amedê hat destpêkirin. Ev ‘Ji Niha ve Ber bi Azadiyê Banga Şênber’ bû. Her wiha li cîhanê ev xebat tên meşandin. Sedema vê jî ev e ku Abdullah Ocalan mafdar e. Em jî di çarçoveya deklerasyonê de xebatên xwe dimeşînin. Di 18’ê Mijdarê de em ji çar alî Kurdistanê ber bi Gemlîkê ve dimeşin. Me her tişt daye ber çavan. Em natirsin. Em ê heta ku derê bitirsin. Em bi hev re bimeşin û tecrîdê bişkînin.”