TJA dikeve sala 8’an: Heta azadî bê!

  • 09:07 19 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi dirûşmeya "Em jin in ji bo azadiya xwe hene. Ji bo guherînê li ser piyane" têkoşîna jinên kurd dewr girt dikeve 8 saliya xwe. Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Uygun diyar kir dê ji bo azadiya wê axê her têbikoşin. 
 
Tevgera Jinên Kurd ji duh heta îro pêşengtiya gelek destkeftiyan kir. Tevgera Jinên Azad (TJA) ku navê îroyîn yê Tevgera Jinên Kurd e, dikeve 8 saliya xwe. Jinên Kurd têkoşîna azadiyê di 2005’an de dibin sîwaneya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) de meşandin û 10 salan berdewam kir. Di 2015’an de yekemîn kongreya xwe pêk anîn û DOHK hat feskirin û bi Kongreya Jinên Azad (KJA) berdewam kirin. KJA salek şûnde bi KHK’ê hat girtin. 
Piştî vê bi dirûşmeya "Em jin in ji bo azadiya xwe hene. Em ji bo guherînê li ser piyane" di 20’ê Mijdara 2016’an de Tevgera Jinên Azad (TJA) îlan kirin. TJA dikeve 8 saliya xwe.
 
TJA her tim bû hedef 
 
TJA her tim bû hedefa desthilatdariyê. Aktîvîstên wê hatin binçavkirin û girtin. Berdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan hat girtin. Ayşe ji ber têkoşîna jinê ya meşandiye 83 salan hat binçavkirin û 2015 doz lê hat vekirin. 600 carî çû dadgehan û  di rojekê de 17 caran derxistin dadgehê. Bi giştî 30 sal ceza li Ayşeyê hat birîn.
 
Ceza hat xerakirin
 
Parêzerên Ayşeyê biryar temyîzkirin. 3’yemîn Daîreya Ceza Dadgeriyê 30 sal cezayê hatiye dayîn xera kirin û doz ji nûve hat dîtin. Di 19’ê Nîsana 2023’yan de 22 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Di şexsê Ayşeyê de têkoşîna jinên kurd hedef hat girtin. Lê jin ji Îranê heta Tirkiyyê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" têkoşîna xwe didomînin
 
Zextên li dijî TJA’yê di 2022’yan de jî berdewam kir. Herî dawî Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 2’yê kanûna 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de hatibûn girtin. Rûniştina yekemîn li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Ji bilî Zeynep Boga hemû girtî hatin tahliyekirin û rûniştin taloqî 7-8’ê Sibata 2024’an hat kirin.
 
Kampanyayên TJA’yê
 
TJA ji roja ava bûye gelek kampanya pêk anî. Kampanyayê TJA’yê wiha ne:
 
* TJA’yê bi armanca balê bikşîne ser tundiya li ser jinê di 3’yê Tebaxa 2017’an de bi dirûşmeya "Em ê qirkirina jinê bidin rawestandin, jiyanê azad bikin" li Êlihê kampanya da destpêkirin û li hemû bajarên Tirkiye û herêmê hat meşandin.
 
* TJA’yê di 19’ê Tebaxa 2017’an de bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî be bi dirûşmeya "Wê tecrîd winda bike azadî bi ser keve" dan destpêkirin.
 
* Di 19’ê Tîrmeha 2019’an de TJA’yê starta kampanya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" da.
 
* 15’ê Îlona 2020’an de TJA’yê bi armanca avakirina parastina cewherî starta kampanya "Em xwe diparêzin" dan.
 
* Herî dawî jî di 15’ê Îlonê de li Rihayê kampanya "Jin jiyan azadî" hat deklerekirin. Di 20’ê Îlonê de jî li Şirnex û Stenbolê starta kampanyayê hat dayîn û wê heta 8’ê Adarê bimeşe.
 
Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Uyugun der barê têkoşîna jinan a 7 salan de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Rêxistibûn tunebe serkeftin jî tune’
 
Nesîbeyê da zanîn ku bi salane jin zextan dibînin û tên qetilkirin û got riya çareseriyê jî ji rêxistibûnê re derbas dibe. Nesîbeyê wiha dirêjî daye: “TJA ji bo rêxistibûna jinê pêk bîne têkoşîna rêxistinkirî dimeşîne. Beriya TJA’yê KJA hebû. Ev hat girtin. Piştî girtinê gelek hevalên me hatin girtin. Piştre TJA hat avakirin. Em rêxistinbûnê nekin serkeftin jî ne pêkan e. TJA’yê jin ji nav çar dîwaran derxist û tevli jiyanê kir. Li taxan navçeyan meclîs û komunan ava kirin. Xebatên rêxistinkirina jinan hat meşandin. Li dijî qetilkirin û destdirêjiyê têdikoşe. Zextan teşhîr dike û qebûl nake.”
 
‘Em ji jinên têdikoşin îlhamê digirin’
 
Nesîbeyê daxuyand ku têkoşîna jinên kurd hêza xwe ji têkoşîna jinên ji bo azadiyê têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane digire û got jinan di têkoşîna azadiyê de bedelên mezin dane. Nesîbeyê ev tişt anî ziman: “Li ser jinên kurd zext du kat in. Sedema vê ev e ku nêrîna jinên Kurd a li hember jiyanê gelek mezin e. Jin li dijî êrişan paşve gavê navêjin. Naxwazin jinên kurd xwe nas bikin. Lê em dibêjin ku jin azad nebe azadî jî ne pêkane.”
 
Nesîbeyê balkişand ser felsefeya "Jin jiyan azadî" ya li her qada jiyanê belav bûye û got jin li her qadê bi vê dirûşmeyên têdikoşin û dîrokê dinivîsin û xwedî li felsefeya jin jiyan azadî derketine."
 
Li dijî pirsgirêkên civakî kampanya
 
Nesîbeyê destnîşan kir ku di 7 salan de wek TJA’yê kampanyayên cur bi cur pêk anîne û li dijî pirsgirêkên civakî hemû jinan bi hev re têkoşîn meşandine. Nesîbeyê wiha dawî li axaftina anî: “Em li taxan, navçeyan her derê xebat û rêxistibûnên xwe dimeşînin. Heta azadiya jinan pêk neyê wê têkoşîna me bidome. Em niha dikevin 8 saliya xwe. Kelecan tunebe têkoşîn nikare bê meşandin. Em bi hêvî ne û wê pêvajoya pêş de em ê bi ser kevin. Em ê bi hev re azad bin.”