Riham Hico: Bi rêxistinbûnê em ê birînên xwe bipêçin

  • 12:47 24 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Hevîdarî Şîngalî
 
ŞENGAL - Berdevka TAJÊ Riham Hico, bi minasebeta 25’ê Mijdarê axivî û got: "Hêviya me jin e ne dewlet û mêr in, ji ber ku mêr û dewlet bi xwe kiryar in. Hêviya me sazî û dezgehên jinê û jinên azad e. Em vî rengî dikarin xwe birêxistin bikin, rê li ber fermanên din bigirin û birînên xwe bipêçin.”
 
Di 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de jinan peyama xwe ya parastina xwe û axa xwe carek din bi bername, xebat û çalakiyên 25’ê Mijdarê de nû kirin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi minasebeta 25’ê Mijdarê li Şengalê li gundan semîner li dar xistin û bal kişandin ser rol û mîsyona jinên êzidî. Di her çalakiyên ku hatî li darxistin de jinan banga yekitiyê kir.
 
Derbarê girîngiya 25'ê Mijdarê, xebatên sazî û dezgehên jinan ên li Şengalê û rêxistinbûna jinan de berdevka TAJÊ Riham Hico ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî. 
 
Li dijî şîdetê têkoşin
 
Riham, di destpêka axaftina xwe de 25’ê Mijdarê bi bîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em 25’ê Mijdarê bi bîrtînin. Her roj jin bi şîdetê re rûbirû dimînin û her roj jî li hemberê wê yekê têkoşîn tên dayîn. Wek TAJÊ xebatên me yên sereke jî têkoşîna li dijî şîdetê ye. Em li ser mijarên wekî pir zewacî, kuştina jinê, şîdeta fikrî û fîzîkî radiwestin û li hemberî wê yekê têdikoşin. Têkoşîna me li ser vê esasî ye. Ji bo rizgarkirina jinê ya ji vê rewşê ye.”
 
Rewşa jinên êzidî 
 
Riham, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser cureyên şîdetê ya li Şengalê li hemberî jinan tê meşandin: “Bi rastî hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Şengalê şîdeta li hemberî jinê di asta herî jor de ye. Dibe ku cûreyên şîdetê li gorî herêmê ji hev cuda bin. Lê Şengalê şîdeta ku herî zêde li hemberî jinan tê meşandin jî şîdeta nefsî (derûnî) û cesediye (fîzîkî) ye. Her wiha li vir pirzewacî gelek zêde ye. Şerê derûnî beranberê jinan tê meşandin. Mêr rojane şîdeta derûnî li hemberî hevjînê xwe pêk tîne û dibêjê ‘Ez ê carek din bizewicim, ez ê te berdim, ez ê zarokên te ji te bistînim’. Ev jî cureyên şîdetê ne û li hemberî jinan tên kirin. Her roj li Şengalê jinek tê qetilkirin. Çi bi navê xwekuştin û çi jî bi navê hatiye kuştin. Li hemberî wan kuştin û xwekuştinan de lêkolîn nayê kirin. Di nava civakê de bêhelwestiyek li hemberî wan kiryaran heye. Gelek bûyerên ku li Şengalê rûdidin, malbat, derdor, cîran û êşir dizanin lê dibêjin ‘Eleqeya me pê nîne, ne karê me ye û em ji xwe re nakin pirsgirêk’. Em helwesteke bi vî rengî re rûbirû dîmînin. Wek TAJÊ xebata me ya sereke jî têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê û qetilkirina jinê ye.” 
 
Li dijî şîdetê semîner û civîn
 
Riham, diyar kir ku li Şengalê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de gelek civîn û semîner hatin lidarxistin û bal kişandine ser bandora şîdetê ya li ser civakê. Riham wiha nêrînên xwe anî ziman: “Plansaziya me ya vê salê jî civîn û semîner in. Li ser şîdeta li hemberî jinê semîner û civîn hatin organîzekirin. Hem jin û hem jî mêr tevlî wan civîn û semîneran bûn. Her wiha me di semîneran de bal kişand ser girîngî û dîroka 25’ê Mijdarê. Her wiha li Şengalê şîdeteke çawa li hemberî jinan tê kirin. Di şexsê jinan de li hemberî civakê şîdet tê kirin. Zarok bi şîdetê re rûbirû dimînin. Mînak heke bav li malê şîdetê li hemberî ferdên malê pêk tînin helbet ev zarok jî şîdetê li hemberî kesên din pêk tîne. Bi giştî di semîneran de me bal kişand ser wan mijaran. Li gelek deverên Şengalê daxuyanî hatin dayîn û wek hemleyek hat destpêkirin. Dê sibê jî meşeke girseyî bê lidarxistin. Di hêla ragihandinê de gelek hevpeyvîn hatin kirin û bername hatin lidarxistin. Berê şîdeta li hemberî jinê li Şengalê asayî dihat dîtin. Wek heq dihat dîtin. Wek çandekî hatiye avakirin. Wek asayî dihat dîtin. Lê belê niha li Şengalê rojevek hatiye avakirin. Rojeva şîdet û beranberê wê têkoşînek tê meşandin. Gelê Şengalê ketiye vê ferqê. Li Şengalê pirsgirêkek li hemberî jinê heye û şîdet jî pirsgirêk e. Berê dema me digot 25’ê Mijdarê gelek kes pê dikeniya û henekê xwe lê dikir û digotin “Çi roj e û em her roj lêdanê dixwin. Her roj heqeretê li me dikin. Ev wek edetek li hemberî jinan tê meşandin’. Tevgera jin li her derê civînên xwe pêk anî û vê tiştî kir rojev. Her wiha ne tenê ji bo 25’ê Mijdarê. 25’ê Mijdarê wek hemleyekê bû. Ji xwe hemleya me bi dirûşma ‘Bi jin, jiyan, azadî em êzîdxanê ava dikin’ di 19’ê mehê de dest pê kir. Ji 19’ê mehê heta 25’ê Mijdarê xebatên me berdewam bike. Piştî re jî dê xebatên me yên li dijî şîdeta li hemberî jinê berdewam bike.”
 
'Di hêla aborî de şereke derûnî tê meşandin' 
 
Riham, wiha behsa kar û xebatên sazî û dezgehên jinan kir: “Ligel tevgera me ya jinan û saziyên me li Şengalê gelek sazî û dezgehên din ên jinan hene. Gelek kesayetên jin hene lê şexs in. Lê wekî logo ne, tu bandorek wan li ser civakê nîne. Dema tu bi wan re danûstandinê dikin mijara şîdetê wekî me esas nagirin dest. Pirsgirêka jinan wek mijareke esasî nagirin dest. Pirsgirêkên malbatan wek mijareke esasî nagirin dest. Nafikirin ku pirsgirêka jinê pirsgirêka civakê ye. Pirsgirêka jin pirsgirêka vê erdnegariyê ye, pirsgirêka baweriyê ye û pirsgirêkeke giştî ye. Lê wek Tevgera Jinên Êzidî bi taybetî bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibin. Di hêla aborî de li hemberî jinan şereke derûnî tê meşandin. Jin bi her avayî di desthilatdariya mêr de bûn. Jinek ji bo cilek ji xwe re bistîne deh caran xwe qurbanê zilamekî dikir. Ji bo ku daxwazên wê bên cih. Dezgehên me bi xebatên xwe jinan re gelek derfetên xebatê afirandin.  Xebat ji malbatan re afirandin. Komîteya me ya aborî heye û ji gelek malbatan re dibin derfet. Nêzî 100 jin din av wan komîteyan de cih digirin. Em gelek caran jinên ku di nav xebatên me de cih digirin re nîqaş dikin û ji me re dibêjin ‘Derfetek me ya aborî çêbûye’. Êdî di aliyê aborî de serbixwe bûne û dibêjin ‘Çawa hevjînê min û birayê min diçe dişuxule û pere tîne ez jî diçim dişuxulim û perê tînim’. Ev tişt jî bi xwe re wekheviyê tîne.”
 
Rêxistinbûn û pêşketina zanebûna jinê
 
Berdevka TAJÊ Riham, destnîşan kir ku bi  avabûnên saziyên jinan re zanebûnek di nava jinan de hat afirand û got: “Jinek dema bi şîdetê re rûbirû dimîne qebûl nake û li hemberî vê têdikoşe. TAJÊ, hewl da ku jin li pêy mafê xwe biçe. Bi têkoşînê rol û mîsyona jinê a di  nav civakê guherî. TAJÊ, beranberê her cûre nêzikatiyan ava bû. Fikir û zanebûnê di nava jinan de pêşxist. Nîşanda ku heq û mafê jinan jî heye. Jin dikarin xwe bi rêxistin bikin, di hemû qadan de siyasete bikin. Parastina xwe bike. Dikare debara mala xwe bike. Di hemû gundên Şengalê de meclîsên me yên jinan heye. Heke jinek lêdan bixwi, bi neheqiyê re rûbirû bimîne, bi pirsgirêkan re rûbirû bimîne û bi şîdeta derûnirê rûbirû bimîne diçin serî li wan meclîsan didin. Em bi wan jinan re mijûl dibin. Em li ser disekinin ku dê jin çawa ji wê rewşê rizgar bibe. Em li ser nêzikatiya mêr jî disekînin. Em pirsgirêkên civakî re yekser mijûl dibin. Di hemû sazî û dezgehên ku li Şengalê di bin sîwana TAJÊ’ê de hatî avakirin bi her alî ve ligel kêmasiyên heyî jî bûye dermanek.”
 
‘Hêviya me ne mêr û dewlet e, jin e’
 
Riham Hico, diyar kir ku li pêş çavê cîhanê qirkirina civaka êzidiyan pêk hat û wiha bi lêv kir: “Kiryarên ku DAIŞ’ê kirin qirkirin bû. Kiryarên qirkirina jina bû û kiryarên qirkirina civaka êzidî bû. Ne tenê DAIŞ’ê kir û hevalbendên wî jî hebûn. Gelek sazî û dezgehên ku xwe wekî demokrat, parêzvanên mafên mirov, jin û zarokan pênase dikin lê belê hemû jî li beranberê qirkirina civaka êzidî û jinên êzidî bêdeng man. Li hemberî tecawiz, şîdet û koçberiya êzidiyan bêdeng bûn. Pêwiste civaka êzidî hesabê bipirse. Lê ne pêwiste ew hesab bidin û pêwiste em wek civak jî hesabê bidin. Hesabdayîna me jî divê em ji xwe vegerin. Ji bo çi ev ferman rabûn, dijminê me dijmin e. Hêviya me divê bi dijminê me nebin. Divê em xwe rexne bikin. Wek jin me çima xwe bi rêxistin nekir, xwe perwerde nekir, me çima nedizani ku em ji malê derkevin, me nedizani ku em vegerin li gundê xwe û me mala xwe nasnedikir. Em wan tiştan çawa digirin dest divê em jin xwe bi rêxistin bikin, lazime em xwe birêxistin bikin û têkoşînê bidin meşandin. Hêzên ku ev kiryar pêkanîne jî divê hesab ji wan jî bê pirsin. Em çiqasî xwe birêxistin bikin em ê ewqasî zûtir hesabê bipirsin û bikarin bersivê bidin fermanan. Yekitiya jinan gîring e û xwe gihandina tevahiya jinên cîhanê girîng e. Encax jin deste hevdû bigire dikare vê şîdetê ji holê rake. Hêviya me jin e ne dewlet û mêr in, ji ber ku ev kiryar in. Hêviya me dezgehên jinan e. Hêviya me jinên azad in. Em vî rengî dikarin xwe birêxistin bikin û rê li ber fermanên din bigirin û pirsgirêkên jinan çareser bikin. Dikarin birînên xwe bipêçin.”
 
Pêşengtiya jinên êzidî 
 
Rihan, wiha bal kişand ser pêşengtiya jinan: “Rêbazê parastinê rêxistinbûn e, xwe zanekirine, civak zanekirine û zanekirina derdora xwe ye. Pêwiste her pirsgirêkên jinan wek pirsgirêka xwe dîtine, pirsgirêka cîranên min pirsgirêka min e, pirsgirêka gundê min pirsgirêka min e û pirsgirêka welatê min pirsgirêka min e. Lazim e em ji bo welatê xwe û ji bo axa xwe têbikoşin. Heta ku welatê me azad nebe em nikarin azad bibin. Di aliye leşkerî, aborî, siyasî, rewşenbîrî, civakî û ekolojiye de bi zanebûnekî tevbigerin. Yên ku pêşengtî jî bike jinên êzidî ne. Yên ku tifaqê çêke jinên êzidî ne."
 
‘Îro em in sibê ew in’
 
Berdevka TAJÊ Riham Hico di dawiya axaftina xwe de wiha ban li jinên êzidî û cîhanê kir: “Divê jin êdî xwe biçûk nebinin bên ser erka xwe û rol û mîsyona xwe bilîzin. Hevdû qebûl bikin. Ez bang li hemû jinên êzidî dikim ku xwe birêxistin bikin. Xwedî îrade be, bi hêz be û bi cesaret be. Em bang li jinên cîhanê jî dikin ku li hemberî qirkirina jinên êzidî û şîdeta ku li hemberî jinên êzidî pêk hatî de çavên xwe negirin. Heke îro li hemberî me pêk hatibe sibê dibe ku li hemberî neteweyên din jî bên kirin. Îro em in sibê ew in. Divê jinên cîhanê xwedî li helwest bin.”