Berxwedana çaryeka sedsalê fikra ku gerdunî bûye (1)

  • 09:07 14 Kanûn 2023
  • Dosya
 
Ji Komara Rahîp Sumeran ber bi Komara Gel ve
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji roja anîne Tirkiyeyê bi dehezaran rupel nirxandin kir. Yek ji van pirtûka "Ji Dewletên Rahîp Sumer ber bi Komara Gel" bû.  Abdullah Ocalan li dijî komployê bi sekna xwe fikrên xwe gerdunî dike.
 
Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê. Ji wê rojê de ye di bin tecrîdê de ye û 33 mehe tu agahî jê nayê giritn. Kurd û dostên kurdan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" da destpêkirin. Kampanya di 10’ê Cotmehê de starta wê hat dayîn, li Kurdistan û Tirkiyeyê didome.
 
Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi dehezaran rupel parastin  kir. Ev hemû kirin pirtûk. Ev berhem di alî jinê, civak, cîhan û şareistaniyan de wek çavkanî û pespektîfekê hat avakirin. Abdullah Ocalan di her pirtûkek xwe de ev mijar bi berfirehî girtin dest. Hilweşîna modernîteya kapîtalîst ya li civakê hat ferzkirin jî bi berfirehî hatiye nirxandin.
 
Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên pêvajoya darizandina 1999’an de bi 2 cîltan bi navê "Ji Dewleta Rahîp Sumer ber bi Komara Gel" ve derxist. 
Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de pêvajoya ji 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê dike û heta 15’ê Sibata 1999’an didome û li Tirkiyeyê bi encam dibe vedibêje.
 
Cîlda yekem
 
Rêberê PKK’ê Abdullah cîlda 2’yemîn ji 9 beşan û gelek sernavan pêk tîne. Beşên cîlda yekemîn wiha ne: Di beşa yekemîn de pêşketina civakî û şaristanî ya kole; di beşa duyemîn de serdeda şaristaniya feoldal, di beşa sêyemîn de serdema şaristaniya kapîtalîst, di beşa çaran de dem û cihê nasnameya îdeolojîk a pêşketina şaristniya nû; di beşa pêncan de kevneşopiya Rojhilata Navîn digire dest.
 
Cîlda duyemîn
 
Di cîlda duyemîn de beşa 6’an  wek beşa têketinê ye. div ê beşê de pirsgirêka kurd ali Rojhilata Navîn û riya çareseriyê. Di beşa 7’an de di Xeleka Komployê şervanê azadiyê yê gel; di beşa 8’an de hiqûqa Ewropayê dikare pirsgirêka kurd çareser bike, di beşa 9’an de jî bi sernavên cuda mijar tên destgirtin.
 
Li dijî lînçê sekn
 
Abdullah Ocalan di van pirtûkan de ji bo baş bê fêmkirin li ser nokteyên girîng disekine. Piştî bi komployê anîn Tirkiyeyê hawira linç-netewperest û şoven derket holê. Ji bo pêşî li vê bigire bal dikşîne ser çareseriya pirsgirêka kurd.
 
Di pêşgotina parastinê de wiha têgotin: “Ji bo hewira aştiyê pêş bikeve hewcedariyek mezin bi hewldanên piştgiriya pêvajoyÊ heye. Parastinên tên kirin divê di esasa çareseriya aştî û demokratîk de be. Di van şertan de hewya lînça siyasî tê afirandin. Hawireke ku biryarên bi tendurist bên dayîn tunebû an jî bi sînor bû. Komployê pakêtek ji şovenîzmê re amade kiribû û lîstika Romayê amade kiribû. Di vir de tundiyek kûrkirî mijara gotinê bû. Hawir ji hevkar û xayînan re wê bihata hiştin.
 
Her tişt bi mirinê hatibû amadekirin
 
Her tişt li gorî mirina min hatibû amadekirin. Ne fîzîkî be jî di alî watedariyê de tunekirina min hedef kiribûn. Tevî gelek difikirim li gorî min ji bilî vê hedef tune bû. Komplo wisa kûr û giran bû şikandina vê mucîze bû. Şaristaniyê bi awayekî cuda dixwest tolê bigire.
 
Tu carî ji bo lehengiyê  nelîstim
 
Ez tu carî ji bo lehengiyê nelîstim. Ez nebûm xwedî cesareteke wisa jî. Tevî min xwest ez wek xwe bêm nasîn jî min bi hevalên xwe yên herî nêz re jî ev nedît. Lê aliyekî min hebû min ê tu carê îxanetê wî alî nekiriba: Xeyala min ev bû ku ez xiyanetê zarokbûnê nekim. 
 
‘Rexne- xwerexnedayînek ne efû…’ 
 
Abdullah Ocalan ji bo sekna wî ya li Îmraliyê baş bê fêmkirin, diyar dike ku nêzîkatiya wî ne nêzîkatiyeke ji rêzê ye. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ji bo kesên dixwazin sekna min fêm bikin ez venasînek kurt dikim, ya pêş dikeve ne rexne û rexnedayînek ji rêzê ne efû, ne jî ev an jî jiyaneke wisa ye.  Pêşketinên di vî alî de, ne erdema tiştên ez dijîm û wateya wê ye. Rewş cudaye û fêmkirina azadiyê ferz dike. Bêyî teredut, bi sînor be jî ji wekhevî û aştiyê guman nakim; min rêza ewil neda mijara helwesta siyasî û min ê xwe nekiriba alava vê. Minê mezinbûn di vî alî de lêgerîn bikira û  ez ê li dijî laneta şaristaniya hevdem têk neçûma. Ji ber daxwaza aştiyeke bi rumet û azad mine nirx bida her nêzîkatiya siyasî. Kakila parastinên min yên Îmraliyê ev in.”