Lucia Rossa: Garantorê xeta demokratîk Ocalan e

  • 09:03 24 Çile 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Xwendekera felsefeyê ya li Îtalyayê Lucia Rossa, da zanîn pirtûkên Ocalan tiştên cuda li jiyana wê zêde kirine û bi vê re wê dest bi lêpirsîna derbarê sosyolojiya Rojava kiriye û wiha got:"Fikra wî ya dînamîk nîşan dide ku dîrok bi dawî nebûye û berî her tiştî wî nîşan da ku di sedsala 21'emîn de pêşxistina fikra siyasî ya radîkal û demokratîk pêkan e. "
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike. Hemleya çareserî û azadiyê ya di 10'ê Cotmehê de dest pê kir jî her diçe berfireh dibe. Hewldana hêzên komploger ên dixwazin fikrên Abdullah Ocalan tecrîd bikin vala derdikevin û xwendekar û gelê Abdullah Ocalan dixwînin vê hewldana tecrîda li ser fikir û raman vala derdixin. 
 
Bi çarçoveya hemleyê pirtûkên Abdullah Ocalan li gelek cihan hatin xwendin. Xwendekara beşa felsefeyê û aktivîsta piştevaniya Tevgera Kurd a ji Îtalyayê Lucia Rossa tiştên bi xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan qezenc kiriye anî ziman. 
 
'Pêşxistina fikra siyasî ya radîkal û demokratîk pêkan e'
 
Lucia bal kişand ser tecrîdê û got tecrîd tê maneya bêdengkirina fikir û ramanên mirov û wiha got:"Tecrîd rêbazeke bêdengkirina fikir û ramanên kesên şoreşger in. Abdullah Ocalan nîşan dide ku pêşxistina fikra siyasî ya radîkal pêkan e. Wekî min got li vir a esas çewisandina fikir û raman e loma jî tecrîdê wekî rêyekê bi kar tînin. Di pirtûkên Abdullah Ocalan de em dibînin ku alternatîf hene. Fikra wî ya dînamîk nîşan dide ku dîrok bi dawî nebûye û berî her tiştî wî nîşan da ku di sedsala 21'emîn de pêşxistina fikra siyasî ya radîkal û demokratîk pêkan e. "
 
'Garantorê xeta demokratîk Ocalan e'
 
Lucia da zanîn sedema belavbûyina hemleya di 10'ê Cotmehê de ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ew e ku Abdullah Ocalan alternatîfan pêşkêş dike û dibe hêvî. Lucia wiha domand:"Sedema belavbûna hemleya 'Ji Rêberê PKK'ê re azadî ji Meseleya Kurd re Çareseriya Siyasî" ew e ku wekî hêviyekê li Rojava tê nêrîn. Garantorê xeta demokratîk Ocalan e. Loma jî gel piştgiriyê dide Ocalan. "
 
'Berê li fikreke wiha ya polîtîk rast nehatim'
 
Lucia ya ku tevlî rojên xwendinê yên bi çarçoveya kompanyayê de hatin destpêkirin wiha got:"Bi xwendina pirtûkên Ocalan tiştên cuda li jiyana mirovan zêde dibin. Ez li zanîngehê xwendekara felsefeyê me. Berê li fikreke wiha ya polîtîk rast nehatim. Bi rojên xwendinê nîqaşên berfireh hatin kirin û kesên tevli rojên xwendinê bûn fikrên xwe bi hev re parve kirin."
 
'Nayê xwestin hişmendiyeke alternatîf pêş bikeve'
 
Lucia da zanîn hinek pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên wergera wê ya Îtalî hatibûn kirin berê xwendibû û herî zêde di bin bandora mijarên dewlet, sosyolojiya azadiyê de maye. Lucia da zanîn cîhan Abdullah Ocalan dixwîne lê belê li Tirkiyeyê ev pirtûk bi sansurê rû bi rû dimînin û wiha got:"Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûnê çareseriyê pêşkêş dike. Loma jî li dijî hegemonyaya dîktatortiya Erdogan nayê xwestin hişmendiyeke alternatîf pêş bikeve. Loma jî naxwazin pirtûkên Abdullah Ocalan bê xwendin."