20 kesên ku li ber girtîgehê daxuyanî dan hatin binçavkirin

  • 16:18 28 Adar 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - 20 kesên ku li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û girtina Hatîce Yildiz daxuyanî dan, ji ber di metnê de gotina "Birêz Ocalan" cih girt ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a  Marmarayê (MATUHAYDER), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), zarokên Hatîce Yildiz û gelek kes tevlî daxuyaniya ku ji bo grevên birçîbûnê ya girtiyan û girtina Hatîce Yildiz hatî lidarxistin bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Têkbirina tecrîdê dê wateya pêkanîna aştiyê û girtiyên nexweş serbest berdin' hat vekirin. Di daxuyaniyê de çalakvana Nobeda Edaletê Fînce Akman axivî û got: "Zarokên me di girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê dimeşînin. Em ne şer em aştiyê dixwazin." 
 
Hevseroka MATUHYDER'ê Dîlek Demîr Sonmez, metna daxuyaniyê xwend. Bi hinceta ku peyva "Birêz Ocalan" derbas dibe, polîsan dora girseyê dorpêç kir. Rojnamegerên ku daxuyaniyê dişopandin jî ji girseyê hatin dûrxistin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Sezgîn ji hêla polîsan ve hat tehdîtkirin. 
 
Di daxuyaniyê de 20 kes ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.