Sirên çandên formên xwe yên efsûndar diparêzin

  • 09:04 22 Adar 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
 
"Guherîna têkiliya navbera jin û mêr de, bidestxistina karekterê felsefîk, perwerdekirin, li dijî polîtîkayên bgeden, naskirina beden û erênîbûn, hezkirina jinê, bawerî, ji jinê hêz girtin, bi mêr re hevaltî, dostanî, ev astên nû yên çandê ye. Ev di heman demê de tê wateya şoreşa çandî û civakî."
 
Nagîhan Akarsel
 
Hezkirin û rêzdariya li hember jinê, mînakên kodên çandî ne. Ji olbûnê wêdetir wateyên zayendî dihewîne. Ev wate li dijî serdestiyê dibin formên efsûndar û wateyên xwe yên esas diparêzin. Mînak bi êzidiyan re têkiliyên bi Qawlan tên ziman heybeta helbestiye. Bi Yaresanan re jiyana emanete stranan hatiye kirin nîşaneya hunerê ye. Bi elewiyan re tezahura heqîqetê ye. Zanbûn û helbestkarî, heman wateyê dihewîne div an çand de. ‘Helbest heqîqet û zimanê civakê îfade dike’ (Abdullah Ocalan.) Eskîmoyî ji helbestê re dibêjin Anerka. Anerka tê wateya ‘hilmê’. Ev ji bo jinên Eskîmo enerjiyek pîroz a zayendiye. Ji ber vê helbest û zayendî ji bo Eskîmoyan faliyeta jiyanê ya ku bi qasî girtina hilmê esas e, tê dîtin. Îradeya vê heqîqetê jî jin e. Tercîhkirin aydê jinê ye. Jin biryarê didin ku têkilî çawa bê jiyîn. Ev rastî îro di nasname û rolên zayendî de dertên pêş me. Li New Meksîko ku îradeya tercîhê di têkiliyan de aydê jinane, kesên Zunî, li garavên Okyanusa Pasîfîk a Başur mêr ji bo bên ecibandin xwe dixemilînin. Her wiha jinên Êzidî ku mêrên jê hez dikin û direvînin dikarin mînak bên dayîn.
 
‘Di zayendê de xwegîhandin û hostetî’. (Clarîssa P. EStes, jinên bi guran re baz didin) Têgeha muhstecenê pîroziyê vedibêje. Ev têgeha nav demê de qirêj dibe. Di têgehên bi guman û qirêj de tê sînorkirin. Di perestgehan de rîtuelên tên kirin de tevî pîrozî heye jî berovajî vê vediguhere lanetê.
 
Ferasta têkiliya giştî ya hilberîner, afrîner, zindî ya jinê bi şikestina yekemîn û duyemîn a zayendî birînê digire. Mirovahî nirx û wateyê winda dike. îradeya jinê ewil jinê jinê û xwzayê qût dike û dişkê. Ji ber ‘jin carnan bi xwe re carnan bi yên di re tenê di asmosfera jinê de dixwazin bijîn. Ev hevsengiyeke xwezayî ya jinê ye.’ (Clarissa P. Estes, Jinên bi guran bazdidin) Dîsa mîtolojiya Demeter û Persephone, qûtbûna jinê ya ji jinê, ya dayikê ji keça wê, ji hişmendiya wê vedibêje. Qêrîna Persephone ku ji aliyê Hades ve hatiye revandin qêrîna hemû jinan e. 
 
Divê çawa bê jiyîn?
 
Tevgera Azadiya Kurdistanê bi hişmendiya vê rastiyê re têkiliya bi civakê re têkoşîna wê di esasa azadiya jinê de pêş xist û bi formên îdeolojîk û rêxistînî pêk tîne. Derdikeve deryê pergalê, li qadên azad jiyanê di her kêliyê de ji nûve watedar dike û bi awayekî zindî pêş dixîne. ‘Tevlibûna her jinekê wek şoreşê ye’. (Sakine Cansiz). Nirxên li vir hatiye afirandin, terza jiyanek nû û wek modela civakê beramberiya wê ya paradîgmayî ya xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiyê heye. Kesên tevli têkoşînê dibin zewicandî an jî nezewicandî, feodal an jî burjuvaya biçû, Kurd an jî enternasyonal. Ev ne girîng e. Ya esas avakirina mekanîzmayên hewcedar e. Rêbaza diyalog û çarseriyê, tekmîl û pergala civînê, perwerde û komên xebatê, rexne û xwerexnekirin, platform, gelek mekanîzma pêk tên. teoriya qûtbûnê, îdeolojiya rizgariya jinê, projeya guherîna mêr, kuştina mêr, bêdawî destberdan, peyaman civakî ya jinê, rêgezên hevjiyana azad tên hûnandin. Bi avakirina pergala rêxistinê ya xweser, komên xebatê yên jinan, komîteyên wekhevî û azadiyê, pergala hevserokatiyê, parastinên cewherî yên jinên azad û konfederaysonan form tên qezenckirin.
 
Guherîna têkiliya navbera jin û mêr de, bidestxistina karekterê felsefîk, perwerdekirin, li dijî polîtîkayên bgeden, naskirina beden û erênîbûn, hezkirina jinê, bawerî, ji jinê hêz girtin, bi mêr re hevaltî, dostanî, ev astên nû yên çandê ye. Ev di heman demê de tê wateya şoreşa çandî û civakî.
 
Abdullah Ocalan ku xwe di riya Dîonyson ku xwedayê ked û çiyaye vedinasîne wiha dibêje ‘Zayenda jinê bilind bike û xwe watedar bike’ û diyar dike ku şûna şoreşên çînî û netewî, şoreşên moral, çand û rihî cih girtiye.  Her wiha îfadeya ‘Şoreşa zayendê tenê jinê eleqeder nake. Pirsgirêka şaristaniya 5000 salên dawî ye. Mêr ji jinan hîn bêtir têk çûye. Ev şoreşa zayendê heman demê de rizgariya mêr e jî.’ Ji ber vê pirsa çava divê bê jiyîn di asta  rêgezeke Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de tê pênasekirin.
 
Ji ber vê jî bi bawerî û hişmendî têkoşînek pir alî tê dayîn. Ligel rexneyan ferasetên ku hatina gel hev a jin û mêr pêkane jî diparêzin hene. Ji derveyê têkiliyên desthilatdariyê lêgerîn û têkoşîneke afirandina terza jiyana azad heye.  Di esasa rêgeza ‘ji xwe destpê bike’ avakirina civak û xwebûnê pêş dikeve.
 
* Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘bilindkirina hestan’ wê bê weşandin.
 
* Ev nivîs ji hejmara 24’an a mijara dosya ‘zayend: ji pîroziyê berbi îdeolojiya desthilatdariyê’ ya Kovara Jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.