Dayika Aştiyê: Mirov bi hêvî û xeyalan dijîn

  • 09:05 24 Mijdar 2023
  • Portre
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Selma Ozturk piştî 48 salî dest bi xeyala xwe ya zarokatiyê xêzkirina wêneyan kir. Selma diyar dike ku divê jin li pey xeyalên xwe biçe û got: “Mirov bi xeyal û hêviyan dijîn. Jiyan berxwedan e. Divê mirov li pey xeyalên xwe bin. Divê mirov li gorî kesan nejîn.”
 
Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî ve jin bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ dîrokê ji nû ve dinivîsin. Di van rojên li dijî tundiyê têkoşinek mezin heye, jin dibin hêvî.
 
Dayika Aştiyê Selma Ozturk a li Qoserê ya Mêrdînê dijî ku 12 sal in têdikoşe ev sê sal in jî bi xêzên xwe piştgiriyê dide têkoşîna jinan.
Selma di 1974’an de li Îzmîrê yek ji 10 zarokên malbatekê hat dinê û  4 salî malbata wê tên gundê xwe Qurunê yê Qoserê. Ciwanî û zarokatiya wê li gund derbas dibe. Selma diyar dike ku wê zarokatiya xwe nejiyaye û got: “Xeyalên min pir bûn. Min bi hevalên xwe re dem derbas nekir. Du xeyalên min hebûn. Yek wêne ya din saz bû. Tevî malbata min welatparêz bû malbatek feodal bû. Min jî nisîbê xwe ji vê girt. Min ji zarokatiya xwe de zextên li ser jinan qebûl nedikir. Ji ber vê em pir caran dihatin rû hev. Min di mijara ol de dema şaşî û nakokî didît, min digot.”
 
Min biryar da ku xwe zêdetir pêş bixînim
 
Selmayê wiha dirêjî dayê: “Bavê min kesekî feodal bû. Min di temenê biçûk de berpisyariya xwişk û birayên xwe girt. Bavê min memûr bû. Ji derve kesekî ronakbîr dihat dîtin. Lê li dijî zarokên keç pir feodal bû. Min ji xwendinê pir hez dikir. Destûr nedida em li derve bilîzin. Li gund dibistanên şevê dest pê kiribûn. Şevekê bi zor çûm. Min bavê xwe îqna kir. Piştre nehişt. Lê min biryar da ez xwe zêdetir pêş bixînim. 16 salî biryara zewaca min dan. Min li dijî vê li berxwe da. Ez bi kurê apê xwe re zewicîm. 5 zarokên min çêbûn. Min ji bo zarokên xwe têkoşînek mezin da. Min got tiştên min jiyane bila ew nejîn. Niha zarokên min doktor in. Kurdî diaxivin. Ez bi wan serbilind im.”
 
Têkoşîna wê bi xewnekê dest pê kir
 
Selmayê diyar kir ku têkoşîna wê bi xewnekê dest pê kiriye û got: “Min hevalek di xewna xwe de dît. Alîkarî dida min. Perwerde dida min. Ez ji xew rabûm lê xewn di hişê min de bû. Piştre min xwe perwerde kir. Bi salan wisa bedewam kir. Me bar kir Stenbolê. Di salên 90’î de ji ber karê hevjînê min em demekê li Stenbolê man. Em vegeriyan Qoserê. Min dest bi xebatên jinan û partiyê kir. 12 sal berê tevli Dayikên Aştiyê bûm. Min berdevkiya Dayikên Aştiyê ya Qoserê kir. 5 salan min peywira xwe meşand. Min di xebatên meclîsa taxê, TJA’yê de cih girt.”
 
'Min xwe pêş xist'
 
Selmayê diyar kir ku 48 salî dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û got: “Min zarokê dilê xwe nekuşt. Ji ber min dizanibû ku wê rojekê pê re bêm rû hev. Di 2020’î de beriya pandemiyê li taxa me qursa wêneyan dihat dayîn. Min qeyda xwe çêkir. Ez tenê du rojan çûm. Piştre min bi bizmar wêne xêz kr. Piştre pandemî dest pê kir. Em li malê xwe man. Wê pêvajoyê min xwe pêş xist. Heta min li dîwaran jî wêne xêz kir. Bi saya pandemiyê min xwe pêş xist. Bila jin xwe pêş bixînin. Bila wêrek bin. Hevalên min ez gelek motîve kirim.”
 
Selmayê ba kişand ser sîmgeyên jinan û wiha dawî lê anî: “Ez zêde sîmgeyên jinan xêz dikim. Şahmeran, Çûka Anka xêz dikim. Ev gelek xweşa min diçin. Min piştî 48 salan şûnde xeyalên xwe pêk anî. Mirov bi xeyal û hêviyan dijîn. Jiyan berxwedan e. Divê mirov li pey xeyalên xwe bin. Divê mirov li gorî kesan nejîn.”